Xwişka Şahnaz
Hin kesayeti henê ku meriv derheqa wan de nenivîsîne li wê/ wî kesî neheqî dibê. Ji wan yek jî xwişka hêja Şehnaz Abas ye. Şehnaz Abas hevjîna brayê me ê heja û tekoşer Selman Heso ye.
Ez şaş nebim sala 1992 bu em ji Ewrupayê grubuk heval ji bo komcivîna Partîya me PSK ya 3. min çubûn rojawayê Kurdistanê bajarê Qamîşloya rengîn ku derbasî başurê welat bin.
Ji ber ku komcivîna PSK ya 3. min li başur dihat li darxistinê.Dema em gîhîştin Qamisloyê , çun mala sekretere PDPKS hêja Kek Hemîdê Hecîderwêş. Piştî demekî kek Selman hat û got rabin em herin mala me, hun mevanên minin.
Ez bawerim em 6-7 kes bun em çun mala kekê Selman. Min care yekemîn kekê Selman û hevjina wî xwişka Şehnaz li wê dit.Dema em çun mala wan, silavekî ji dilde û rûyekî bi ken li me kir û got “ mal, mala we ye, ez jî xwişka we me, xwe xerîb nebînin li vê malê”
Ji bo ku em ji devleta surîye îcaze bigrin û herin başurê Kurdistanê, em nezî heftekî li mala kek Selman û xwişka Şehnaz man. Xwişka Şehnaz wekî kû em li mala xwe bin mahzîvandarî kir. Rojê sê caran xwarin û wexarin ji mere amede dikir û digot cil û berge xwe bidin ez bişom. Piştî teftekî icaze ji devleta Surîye hat girtin û me xatir ji xwişka Şahnaz û kekê Selman xwest û em derbasî başur bun.
Sal hatin û çûn sedema şerê li dijî DAIŞ ê şerê navxweyî Kek Selman û xwişka Şahnaz kî derketin dervayî welat û hatin Elmanya yê. Ji vir çend sal berê em beşdarê davetêkê hevalê Partîya Peşverû bûbûn. Min xwişka Şahnaz li we dit. Me pirsa hev du kir û got ez piçek ne rehetim nexweşim. Dure min bihist tuşê nexweşîya pençeşêre buye.
Min û Ferhad Miro me şêwir kir ku em herin serdana xwişka kedkar û welatparêz. Lê bi daxe berya kû em herin serdana xwişka xwe, me bihist kû ew şêrejina heja û qedirbilin cuyê ser dolovaniyê.
Hezar caran heyf ku Xwişka Şahnaz zu xatir ji me xwest…
Roja 14 tebaxê 2019 Xwişka Şahnaz li bajarê Haginê li axê hat spartin. Ew kesên ku di merasima axspartinede axivîn hemûyan rûkenî fedekarî û keda wê anîm ziman. Ez jî beşdarî wê meresimê bum. Di wê demê de vê hestî li min peyda bû û min xwest wan hestên xwe binivsînim.
Oxir be xwişka delal û heja, em tu car ked û xebatên te ji bir nakin. Silavên biratiyê ji bo te dişînim. Rihê te şad cihê te bihişt be.
15-8-2019