piştî nûjdarên herêmê dil sar bûn ji nexweşiya kurdo? berî wî dan nexweşxane li şamê, kurdo ket li nav xem û ramanên kûr de û ji êşa hinavê xwe geleg tirsiye, kurdo perîşan û belengaze û bi temenek mezine? dora heftê saliye . berî wî ket şamê , komek pere anî li ser cotê xwe,xatir xwest ji malbata xwe û ji gundiya, exrac qêda xwe (nasname) pêça bi naylonê û xist berîka xwe û bişkok lê girt . nêrînek kûr li gund temaşekir û bi dilek xemgîn berê xwe da qamişlo û li wir li postê swarbû, piştî demek dirêj û bi nexew û bi westandin? gihan şama şerîf(wek dibêjin) , ber êvar bû , ba û baran bû, duhmekî geriya li cade û kolane, nizanê bi kove herê ne kesî nasdikê û bi zimanê Erebî na peyvê, hinek xwarin xwar şipiya û ji xwere got: bû dereng û ev bû du roj ez nerazame û êşa min pir tir dibê ji serma û ji rêwiyê , ezê herim razangehekê ,îşev li wir bihna xwe vekim û çavê xwe germkim û siba herim nexweşxanê, bi nîşanê destan li ser otêlekê ve bû , ji nivîskarê wêre got: ezê razim şevek , va ji tere pera û exrac qîda min (bi nîşana ev di got) nivîskar li nasname wî xwend ! avêt jêre here!! kurdo çû gelek otêlên din , hemiyan ew ne dirazandin. cark dî vegereha kolanan û êşa wî mestir dibê! lê ew bi êşa xwe ya nû diramand ? gelek mezin di dît êşa nasnamê, dem bû gelek dereng , sir û serma bihtir di bû , kolan man vala ! kes lê nema ji kurdo pê va , bê cih û war ma , hinekî geriya û sermayê dayê û êşa hinavê wî û azara ramanên wî! nema karî bo xwe li ser xwe bigirê . cavê wî li avahîkê ket û dergihê wê vekirî bû . li hindir pêşiya pêpelûnka avahiyê , serê xwe danî li ser zemîna baton û laşê xwe dirêşkir , bê cilik û nivîn , çilo çavê xwe dane hev ! bê ageh ket, demê sibihê mervê avahiyê peyabon , dîtin pîrek razaye li ber dergehê avahiyê ,xwestin deylê bikin , demê ew hejandin !ceflîn ji xwena ji dev û pozê wî herkiya !hink ji wan çûn karê xwe û xwe bi serde nedan û camêrnan ji wan rahiştinê û birn nexweş xanê , li derghê wê bijîjk û berdest bezîn li pêşiya wan, chda polîsê wan ji amadebûn , lê nêrîn û dil û laşê wî ezmûn kirin , jêre xwestin wênê serî û hînav, di vî çaxî de polîsan pirs dikrin ji wan merovan ewê kurdo anîn li vir ,piştî jevekirina xwenê der ket û wêna spî kirin! nûjder bank li wan kir û xwest ode birînsaziyê amede bikin, ji ber kal wê bimrê kû em zikê wî nevekin anha, penceşêr hinav tev her hilandiya , de zû wî bibn û nasname wî bibin ji jimar kar ra û kaxetê derbesbûna nexweşxanê jêre çêkin , polîs û berdest li birîkê kurdo geriyan ? dîtin tûrikek! Vekirin têde dîtin exrac qêda wî ! dan dest hevdo û timama Jê diman behitî , ser kar û polîsan gotin : Ev ne nasnameye, em nikarin wî li vir sax bikin, wî bavêjin derve!!! Nûjdarek ji wan re got: Me ev ne mirova ! ne miletê vî welatiye ! ne gunhê wiye Kû ew ne sivîla ! gunhê mezinaye ! ser kar gaziyê nûjdar û ahînê kurdo ne hisand û qebûl nekir, bidlikî xemgîn û bi hestê Şikestî ! derket ji nexweş mirinê ne ji nexweşxanê !! carek di vegera cad û kolana. Exrac qêda xwe derxist ji birîka xwe ? Kir piç û piç û avêt sebeta qirêjêde û jê ra got: to ji mira navê Ji ber ti kêrî tiştek nayê . nema laş û mejî û ramanê kurdo dilebitîn ,ket û xwe li zemînê dirêj kir û anî ber çavê xwe, Gundê herêma Cizîrê ! bi devek ken !! cavê xwe girt ji vê cîhana bê dad !!! hinek ji karkerê qirêjê , rahiştinê û bi girgiroka kar ew birin nexweşxanê , derket ew nexweşxan a cara diya ,dîsa nûjdar û berdest bezîn li pêşiya wan û ew dirêj kirin li ser text , lê dîtin ew kalê kû berdabûnê berî demekî , lê Vê carê miriye , li hev meyzandin û nêrînên wan li kurdo digotin : me ew kuşt , bijîşkek gelak girî û ji polîs û serkar re got : – eva wek hevîya me , eva welat parêziya me- eva mirovatiya me , eva destûra me- eva sinciyê me . eva karê me .Mirovê welatê me dimirin pêşiya me, bê sûnc û guneh ! Eva …ev….ev ?( neferk ji polîsa destê xwe danî li ser devê bijîşk û hinek di ew xirxirandin û birin mala xalatîka wî) li birîkê kurdo geran lê vê carê exrac qêda wî ne dîtin nema zanîbûn navê wî bitimametî û nizanin ji kî gundiya û Kî malbata wiye .nûçe wek dizanin dan berpirsiyarê mezin, biryar da kû wî veşêrin li nav goristaneke milî û navî kurdo li ser kêla tirba wî , binvîsin : kurdo yê bê nasname ?! Lê ez dibêjim navê wî nas name wiya û di dê xwiyakirin Kû ji miletê kurda û kurd bi nav û dîrokin . Kes nikarê miletê kurd bê nasname bikin
Lewend kardoxî
-Girkêlegê2007