أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: Wateya bilindkirina wêneyan li Kurdistana başûrê rojava

Share Button

1113/4/2013

Ji dîroka sedsalên bûrî ve, beşek ji mirovan di wan qûnaxan de dikarîbûn li gor sîber û aso û nerînên xwe ji heriyê û hesin û zêr û zîv  û sifir, pûtên hinek Xwedan bi destên xwe çêbikin, û nîgarkêşan li ser teht û hîm û kevir û çiyan pûtên Xweda, pêxember, qiral, şahinşah, mîr, dîmenên cengan, serleşker û qehremanan bikolin, paşê şêwekaran çîrok û efsaneyên dîrokî, yên ku wan di rûpelê pirtûkên dîrokê de dixwendin, yan jî bi çavên serê xwe didîtin, li ser dar û kaxez û paçik û ber û zemîn û dîwarên keleh û avahiyan, bi pinc û bi perîkên xwe yên nazik û bi hestekî hunermendî wêne û direfş û nîşan dineqişandin, ew kar hemû berhemê kesên pîşekar û şêwekar û nîgarkêşên keveneşopî bûn, yên ku bi wê keda xwe nasnameya miletên xwe bi cîhanê didane naskirin, lê ji destpêka sedsala bîsta ve û ta niha şêweyên nîgarkêşî û şêwekarî û kişandina wêneyan di rêka mekîna û teknîka nûjen de bi serê xwe şoreşek e, bi hesanî mirov dikare di çend bîstek û kêlîkan de bi sedan wêneyan bigre û amade bike, ji ber ku bikaranîna van mekineyan ne pir zor e, û her mirov piştî hînbûneke kurt dikare wan bikar bîne, û mirovên şehreza wan wêneyan li ser pirtûk û rojname û kovaran çap dikin, ji ber wê jî me di rêka van rojname û kovaran de wêneyên gelek bûyer û serûk û qehreman û tirsonek û sitemkaran jî dîtiye, bêyî ku em pirên van bûyer û kesan ji nêzîk ve nas bikin, ji lewra her miletek bajarvanî û hêza xwe di rêka pêşvebirina afirandin û huner û nivîsandin û rewşebiriyê de pêşkêşî cihanê dike, û kesên di dîrokê de bi roleke çak û balkêş rabûne, ew wêne û serpêhatiyên wan ji miletên wan re dibine nimûne û sermiyanekî pîroz,

Di destpêka sedsala nozdeh û bîstan de, bijarteyên rewşenbîr û beşek ji malmezinên miletê Kurd gihştine rastiyekê, ku hozan û helbestvanê Kurd yê mezin Ehmedê Xanî di sedsala hivdeha de û di rêka nivîsandina çîroka Mem û Zînê de a bi nav û deng, agirê şoreşa neteweyî di dilê mirovên Kurd de pêxistiye, û şêwe û rêkên rizgarkirina welatê wî (Kurdistan) têde pêşkêş kiriye, ji lewra ta niha pirê şoreşên miletê Kurd yên neteweyî û rewşenbîrî li dijî sitemkar û dijminê wî jêderên wan ji bandor û nerîn û baweriyên Ehmedê Xanî têtin.

Şoreşvan û rewşenbîrên Kurd, yên ku rolên balkêş di rêka rizgarkirina miletê Kurd de leyîstine, bandor û berhemên wan di nav milet de mane, gelek ji wan hîn jî di nav me de dijîn, ew bûne nîşanên xebat û tevgerê li seranserî Kurdistanê.

Li Kurdistana başûrê rojava jî di destpêka sedsala bîsta de, bijarteyên miletê Kurd di gelek deman de komele û dezgehên rewşenbîrî û rêxistin û partî ava kirine, ji wan, Mîr Celadetê Bedirxan, Xatûn Rewşena Bedirxan, Ehmedê Nafiz, Cegerxwîn, Nûredînê Zaza, Osmanê Sebrî, Reşîdê Hemo, Hemzeyê Newêran, Hemîdê Derwêş, Şêx Mihemedê Isa, Şewketê Henan, Xelîlê Mihemed, Mihemedê Eliyê Xoca, û bi dehan xebatkar û kadir û malmezinên welatparêz, yên ku navên wan timî di dilê miletê Kurd de ye, van ciwanmêran bi xebatên xwe di rojên dijwar de dikarîbûn bandoreke nirxgiran li ser ronîkirina pirsa Kurd di hemû beşên Kurdistanê û cîhanê de bikin.

ji ber ku desthilatdarên Firensî û Ingilîz û paşê yên Ereb bi rêbertiya partiya Alba,is nedixwestin û nehiştine di vî beşê Kurdistanê (Kurdistana Sûriyê) de miletê Kurd pirsa xwe bi cîhanê bide naskirin, her demê bi zanebûn û pîlan hewil dane ku berê Kurdên Kurdistana başûrê rojava bidine Kurdistana bakur û başûr û rojhilat, wate jê ew bû ku pirsa Kurd di vî beşî de bê nirx bikin, û gelek caran piropaganda ji beşekî Kurdistanê re dikirin, û alîkarî jî didane partiyên wan beşên din, ji ber ku nakokiyên wan bi recîmên Tirkiyê, Îran û Iraqê re hebûn.

Van desthilatdaran bi taybet recîma ba,is û pêre jî partiya qomunîstên Sûriyeyê, timî di derbarê daxwazên miletê Kurd de li Kurdistana Sûriyê weha digotin“ yên doza van mafan dikin, ew dixwazin Isra,îla dudoyan li bakurê welatê me Sûriya ava bikin“.

Tevî ku di alavên ragihandina vê recîmê de bêje û navê Kurd û Kurdistan qedexe bû jî, lê me di cejna Newrozê de gelek caran didît ku hinek kes ji hezkirina pir, yan jî pilanên ewlekariyê pêk tanîn, wan kesan wêneyên berpirsên partiyên Kurdistana bakur û başûr mîna wêneyên, Mistefayê Barzanî, Mesûdê Barzanî, Ebdulahê Ocelan, bilind dikirin, bêyî ku kesek sizayekê bide wan û ji wan re bêje, rahijtin û bilindkirina van wêneyan li Sûriyeyê qedexe ye.

Rojekê ez û yekî  Ereb ji êla Teya li çayxana bazirganan li bajarê Qamişlê  li ser rêzaniya cîhanê diaxivîn, di nav gotinên xwe re wî  pirsek ji min kir.

– Niha tu hez Celal Telebanî dikî, yan jî hez Mesûdê Barzanî dikî?

– Bi rastî ez nizanim.

– Yê min ez hej Mesûd dikim, ji ber ku zane rêzaniyê bike.

Rojeke din ez û yekî Suryanî ku ew bi xwe hevalbendê partiya Alba,isê Sûriyeyê bû, li ser rewşa Sûriyê û Libnanê û Tirkiyê diaxivîn, yê Suryanî weha ji min re digot.

– Tu zanî, yê min kêfa min gelekî ji Ebdulahê Ocelan re têt, ew wek şêra ye, Mesûd çiye û Celal çiye.

– Ev nerîna te ye, û  tu bi kêfa xwe ye, ez nikarim kêfa te bugherim.

Ji van hersê nimûneyan û bi hezarên din jî wek van, mirov dikare wateyê ji propaganda ewlekariya Sûriyeyê û peyrewê wan li dijî miletê kurd di Kurdistana Sûriyê de nas bike, bê çima tenê propaganda ji beşên Kurdistanê yê din re dikirin.

Wateya van kiryarên recîm  û ewlekariya Sûriyeyê ya pêşî ji van lîstikan ew bû, ku ji aliyekî ve milet Kurd li Kurdistana Sûriyê têxin nav tevliheviyekê de û bike ku nema baweriya wî bi rêxistin û xebatkar û serûk û berpirsên Kurd li vî beşê Kurdistanê were, û ji aliyekî din ve ji Erebên Sûryeyê re bêjin, hûn dibînin! Kurd li nav dewleta Sûryeyê tune ne, heger hebana, wê hineka çêl serûk û xebatkarên wan li Sûriyeyê jî bikirna, û wê hinekan weneyên wan jî li Hisiça û Kobanê û Efrînê û Qamişlê û Amûdê û dêrika Hemko bilind bikirna, erê, em carinan çavên xwe ji hinek karên Kurdan digrin, lê ev Kurdên dixwazin parçakî ji welatê me Sûriyeya dilber veqetînin û bi dewleteke din ve girêbidin, ew mîna xincerekê di newqa gelê Ereb de ne, ew bi tevgera sahyûnî re kar dikin û daxwaz û mebestên wan di nava welatê me Ereban yê mezin de Isra,îleke din damezirînin.

Pir mexapin, ku beşekî  pir mezin ji miletê Ereb û peyrewên partiya Alba,is, û qomunîstên Sûryeyê ev propaganda şovînist bawer dikirin û li dijî miletê me bikar tanîn , tenê daxwaz ji van lîstik û propaganda recîmê ew bû, ku çesipandina pîlan û tembiyên qumandarê ewlekariyê Mihemed Teleb Hîlal

yê ku di salên  şêstî de ji sedsala bîsta li parêzgeha Hisiça kar dikir, li ser zemînê pêk bînin, û pêre miletê Kurd di nav Ereban de bi rêzaniyeke nijadperest û di rêka bişaftinê de hebûna miletê Kurd li Kudistana Sûriyê li ser xaka bav û bapîrên wî tune bikin.

Bawere-Omeri@hotmail.com

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

مصطفى دهقان: مخطوط كردي سرياني في بغداد (( عرض مخطوط عن قواعد اللغة الكردية الگرشوني من بغداد )).

عرض مخطوط عن قواعد اللغة الكردية الگرشوني من بغداد مصطفى دهقان الترجمة عن الانجليزية: غياث حسين ...