Ji çaxê min bîr biriye û ta vê kêlîkê, ji nav hemû hejmaran, hejmara sisiya li ber dilê min ya pir şîrîn e, sedemên vê hezkirina min ji vê hejmarê re pir in, yek jê ew e, ku ez di sisê meha sisiya de ji dayika xwe bûme, û ya dudiya jî ew e, ku meha sisiya ji salê, meha avdarê ye, di bîst û yekê vê mehê de, dem di salê de tête guhertin û pêdeçûna nûjînbûna xwezayê seqayeke xweş bi xwe re tîne, û pêre jî jiyan û jîngeh ji nû ve têtin vejandin, herweha bo miletê kurd, meha avdarê pir pîroz e, ji ber ku ev meh nîşana rizgarkirina miletê Kurd e, ji bin destê sitemkar û xwînmijan, û berxwedan û serhildana wî bo jiyaneke nû ye, û di esfaneyên dîrokî de jî weha hatiye, ku Kawayê hesinker bi zanebûn û mêraniyeke bêhempa, karîbû şoreşekê li dijî sitemkariya Ejdeha rake, û miletê Kurd û hemû miletên Arî ji bin zordariya wî rizgar bike, Kawa di meha avdarê de dest bi wê şoreşê kiriye, û di bîst û yekê wê de şoreşa wî sefiraz bûye, ev berhema şoreş û serhildana Kurdên Madî bû, yên ku li dijî sitemkariya şahinşahê Aşûryan berî zayîna Îsayê pêximber bi şesed û diwanzdeh salan rabibûn.
Ji wê rojê ve û ta vê sedsala bîst û yekê, miletê Kurd bi şoreşan re dijî, hemû delîvan bo serxwebûn û azadiya xwe bi kar tîne.
Para miletê Kurd ji meha avdarê, serkeftin, serhildan, şahî û azadiya wî ye, herweha ji aliyê dijminê wî ve kuştin, qirkirin, malwêrankirin, talan, tunebûn û bişaftina wî ye, ango meha sisiya bo miletê Kurd tê wateya, tevger, xebat, serhildan û berxwedanê, tev çewisandina di vê mehê de li dijî wî tête kirin.
Di vê meha pîroz de, miletan sê caran li dijî recîmên Alba,is li Iraqê û li Sûriyeyê lephilanîn û bi şoreş û serhildanan rabûne, berya deh salan şervanên rikbera Kurd û Iraqî û bi alîkariya hêzên navdewletî di 20.03.2003 ê de dest bi rizgarkirina miletên di Iraqê de, yên ku bi dehê salan di bin destê recîma ba.isa sedamî de dihatin çewisandin, kirin, û berya neh salan jî û di meha sisiya de Kurdên Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriya) dest li ber sitemkariya recîma Sûryeyê hilanîne, bi serhildanekê tirs xistine nav dilê recîmê ba,is de li Şama paytext, û pirsa Kurd li vî beşê Kurdistanê bi cîhanê dane naskirin.
Îsal dibe sala sisiya ji destpêkirina şoreşa rûmet û azadiya miletê Sûriyeyê, ya ku di 15.03.2011 an de tîrêja wê ji bajarê Derayê avête seranserî Sûriyeyê.
Lê di van sê salên dawî de, sê helwestên nexuyayî û balkêş, yên ku berya niha li cem gelek xwendevan û çalakvan û rewşenbîran ne zelal bûn, xwe bi xwe avêtin nav rewşa nû, û di nav bijarteyên civaka miletan de û li cem dewletên herêmî û navdewletî jî, ew bûn nûçeyek û cîhê gengeşiyê.
Di nav van sê salan de helwesta nediyar ya pêşî ew bû, ku nerîn û helwesta rikbera rêzaniya Ereb ya Sûrî bo mafên miletê Kurd ne kêmî ya recîma ba,is e, û ta îro jî nehatiye guhertin, ew jî bi hemen nerînê li pirsa Kurd di Sûriyeyê de dinêrin, weha xuya dike, ku çavên wan kor bûne, û wan jibîr kiriye, ku ji sed salî û vir de tevgera Kurd li vî beşê Kurdistanê û li seranserî Sûryeyê kar dike, û bi xebatên xwe li cem hemû dewletan naskiriye, lê ev helwesta rikbera erebî pir lawaz e, û li cem miletê Kurd û tevgera wî ya rizgarîxwaz naskiriye û pir zelal e, dema rikbera erebî li Sûriyeyê bi hemû hêzên xwe ve, dixwazin timî nûnertiya gelê Kurd di nav xwe de bo desthilatdariya paşerojê li Sûriyeyê bi navê çend kesên ku dibêjin serbixwe ne ji cîhanê re pêşkêş bikin, bo ji wan re bêjin, „binêrin! Em ji recîma ba,is dîmoqratîtir in, ah va ne nûnerên miletê Kurd jî di nav deshilatdariyê de ne, bela kes nebêje, ku me mafên kesî di Sûriyeyê de binpê kiriye“.
Pir mexapin, çaxê ew nikaribin xwe ji vê hişmendiya kevn rizgar bikin, xwediyên van helwestan wê nikaribin rêbertiya dewleteke dîmoqrat bikin, di encamê de jî, dibe ev dewleta ku niha navê wê Sûriya ye, li ser destê van mirovên şovînist û nehînkirî û negihiştî parçe bibe.
Helwesta dudiyan ya recîma Tirkiyê ye, gelek ji rêzanvan û xwendavan û rewşenbîran digotin,“ Recîma Tirkiyê helwesta wê li dijî recîma Beşar Elesed gelekî xort e, û serûkê recîmê Receb Teyib Erdoxan tenê pişta şoreşa miletê Sûriyeyê digre, û ev nîşana herifandina recîma mala Esed e, û wa endamên rikberiya erebî ya Sûrî li Tirkiyê pilan û civatên xwe dikin, mehek e, dudo ye, sisê ye wê malbata Esed ji Sûriyeyê barke û bireve“, lê di dawiyê de rastiya van helwest û tevgerên nexuyayî eşkere bû, ku recîma Tirkiyê naxwaze recîma Esed bête herifandin, sedemên wê jî gelek in, yek jê ew e, ku tenê desthilata Tirkiyê tirsa wê di Sûriyê de ji pirsa Kurd heye, ku piştî vê şoreşê destkeftinên nirxgiran bi dest bixin, paşê wê bandora wan bighêje Kurdên bakur jî, wê çaxê çarenûs û mabûna dewleta Tirkiyê li ber herifandinê ye, Tirkiyê parçe dibe û wê miletê Kurd Kurdistana xwe ya serbixwe ava bike.
Tirs û gumana wan ya herî mezin jî ew e, heger ku şoreşvanên Sûriyê bi serkevin, dibe desthilata wê di bin destê komên islamî yên tundrew û çeprew de be, û dibe ku ew hestyariyekê li dijî dewleta Isra,îl bikin, ji lewra recîma Tirkiyê bo parastin û piştgiriya dewleta Isra,îlê, danîna moşekan li ser zemîna Tirkiyê û Kurdistanê pejirand,
mirovên nehînkirî tenê bawer dikin, ku anîna van moşekan bo parastina dewleta Tirkiyê û miletê Sûriyê ye.
Helwesta sisiya ya herî nexuyayî û pir balkêş e, dijminatî û nakokiya di navbera Erebên misilman û Isra,îliyên Cihû de ye.
Ev pirtir ji şêst salî ye, ku kesên bijarte di nav herdû aliyan de bi hemû şêweyan şerê hevdû dikin, lê yên ji aliyê Ereban ve vî şerî gur dikin, ew bi netewa xwe ne Ereb in, pirên wan Filehên, Aşûrî, Sûryanî, Nestûrî, Marûnî, Ermenî, Rom û Yûnanî ne, ev milet tenê kîna wan ya kevin bi Isra,îl û Cihûyan re heye, ev milet in, yên ku doza Orşelîm û Bêt Lahim ji Isra,îl û Cihûyan dikin, ev milet in yên ku Kongirê netewa Erebî û partiya alba,is damezirandine û rêbertiya neteweperestên Ereb dikin, lê ji ber ku pir zana ne û di xap û pîlanan de hostayên pir jîr in, xwe nakin devê tifingê û naxwazin rû bi rû şerê Isra,îl û Cihûyan bikin, ji ber ku ew baş dizanin bê Cihû çiqasî jîr û zana ne û têra xwe hene, ji lewra wan çîroka mizgefta Elaqsa anîne meydanê, û bi doza vegerandina vê mizgeftê, bi dizî beşek ji Erebên misilman kirine hevalên xwe û bi wan şerê Cihûyan dikin, û pêre jî şerê miletê Kurd dikin, û Kurdistan wek Isra,îla dudiyan bi nav dikin, û miletê Kurd jî wek sahyûniyan bi nav dikin.
Li hember pîlanên wan, Isra,îliyan jî beşek ji van misilmanên Ereb û cîhanê kirine hevalbendên xwe û di vî şerê sermedî de berevaniyê di ber welat û ola xwe de dikin, û di encama vê nakokiya ne diyar de, bi hezaran mirov ji herdû aliyan têtin kuştin, û Fileh li ber vê kuştin û malwêrankirinê peyalên wiskî û iraqê û şampanya vedixwin.
Teqez li ser vê rastiyê ew e, ku şoreşvanên Ereb li welatên mîna Tûnis, Misir, Lîbya, Yemen û Sûriyayê, doza herifandina Isra,îlê nakin, ew dixwazin azadî û rûmeta xwe biparzên, ji ber ku ev recîm dijminatiya gelê Ereb dikin, ne Isra,îl dijminatiya wan dike, û ev şoreşana ne li dijî dewleta Isra,îlê rabûne, û di siloganên xwe de jî çêl Isra,îl û mizgefta Elaqsa nakin, wan dijminatiya xwe û cihûyan ji bîr kirine, ji ber pirên Ereban dizanin ku ew ne xwediyê wî welatî ne, û welatê bav û kalê wan yê xwerû Yemen e, tevî zelalbûna daxwazên şoreşvanan jî, ji aliyekî, di bin re û bi dizî carina Filehên, Aşûrî, Sûryanî, Nestûrî, Marûnî, Ermenî, Rom û Yûnanî hewil didin, da ku di alavên ragihandinê de ji hinek bêhişên Ereb û misilmanan re bêjin „Dijminê we ne recîmên di welatê we de ne, dijminê we yê bi rast û ronî Isra,îl û Cihû ne, yên ku mizgeta Elaqsa ji we sitandine, em jî wek we bi tuxmê xwe Ereb in, ev Cihû kurên qirdik û beraza ne“, weha ji Ereban re piropaganda dijminatiyê li dijî Cihûyan amade dikin, û ji aliykî din ve jî çaxê bi Cihûyan re dicivin, wan jî dixapînin û ji wan re dibêjin, „ Em jî wek we bi tuxmê xwe Cihû ne, ji ber bav û dayika Isayê pêximber bi xwe Cihû bû, û em jî neviyên wî ne, Ereb û misilman ne mirov in, ew mîna deve û dewar teba ne, ku ne bi zorê be kes nikare desthilatdariyê li wan bike“, û bi vî awayî herdû aliyan dixapînin.
Weku diyar e, du ol di Isra,îlê de, li ser Orşelîmê şer dikin, lê piştî van sê salan ji şoreşên buhara erebî, ev rastiya veşartî derket holê, ku Ereb ne dijî Cihûyan ne, ew li dijî sitemkariya recîmên welatên xwe ne, ew azadî û rûmeta xwe dixwazin, ne Orşelîm û ne mizgefta Elaqsa û ne jî kepezê Colanê dixwazin, yên Orşelîmê dixwazin, Fileh in, ew dixwazin ku yekî Cihû li cîhanê nemîne, û daxwaza wan bû, ku Erebên misilman Isra,îliyan bavêjin derya sipî.
Niha jî demjimêr dibe sisiyê biyanî, gerek e ez bêhnvedaneke dirêj bistînim, ta ku bi meha sisiya pir şad bibim, û bi hêvî me ku sê bîstek, sê kêlîk, sê roj, sê meh, yan jî sê salên din şoreşa azadî û rûmetê li Sûriyeyê bi serkeve, û welatekî nû ji sê fidraliyan pêk bêt, û nexşeyên nû bi nîgarkêşiyeke nû li cîhanê bêtin danînin,
Bawerê-Omeri@hotmail.com
03.03.2013