Bawerê Omerî: Pilan û alavên saloxgerên Sûriyeyê

Share Button

‫ImageHandler (1) - نسخةBerî çend roj û meh û salan, dema mirovek di civatekê de li ser pilan û alav û kiryarên ewlehî û saloxgerên li Sûriyeyê biaxivya, yên li dora wî rûniştî gewdê wan dilerizîn û tirs di çavên wan de diyar dibû, ji ber ku navê van dezgehan bi hemû tiştên wêran û sitemê ve girêdayî bûn, û di eynî demê de kuştin û girtin û çewisandin û ferman tanîn bîra wan,

Desthilatdariya Sûriyeyê pirtir ji sêzdeh dezgehên ewlekariyê ji bilî yên veşartî avakiribûn, ev hejmar ji vê desthilatê re ne bes bûn, ji lewra di rêka ragihandinê de jî dixwestin rê ji peyayên nû re vekin, ji bo wan bikin rêncber û kurtêlxwer û bi wan karên xwe bikin.

Di dawiya salên heftêyî de ta sala 1994 a ji sedsala bîsta, ez gelek caran bi hevalên xwe re li bajarê Hisiça û Qamişlê û Şamê diçûm sînema, berî film dest pê bike, raporeke kurt ji kolanên bazar û bajarên Sûriyeyê, têde wêneyên hevwelatiyên belengaz, yên ku pirên wan hîn zarok û xort bûn û karên mîna, paqijkirin, boyaxkirina pêlavan, barhilgirî, çerçîtî, firotina şoranî, şîranî, nan û pertal û ta wêneyên bêkaran jî pêşkêşî temaşevanan dikirin, û pêşkêşvanê raporê digot:“ Gerek e, em çareyekê ji bo van hêzên ku di nav civatê de wundayî ne, bibînin“.

Li gor wê raporê û gelek raporên din, û ji bo serbazîkirina beşekî ji van kesan (Ji herdû regezan) dezgehên ewlehiya Sûriyeyê şeş celeb ji civatê û bi taybet ji kolanan helbijartin.

Celebê pêşî, malbatên belengaz û zarokên sêwî yên bê dê yan jî bê bav in, û rewşa wan ya darayî û civakî pir wêran ne, malbat hemû ji rewşa xwe bê hêvî ne û tenê li nanê zikê xwe digerin.

Celabê didoya, malbatên di bin rewşên ne diyar de malên xwe kirine kerxane, tenê pere û kêf armanca wan ne.

Celebê sisiya, malbatek rewşa wan ya darayî nîv baş e, bav kabçî ye û kur diz û efyonkêş e, yekî ji bo zemînê bavê xwe kuştiye û yekî din apê xwe kuştiye, yê din birayek yan hevalekî xwe ji bo zêr û pera kuştiye û yekî jî xuşka xwe ji bo rûmetê kuştiye.

Celebê çara, malbat û kesên bi netewa xwe ne Kurd in, ango Ereb, Sûryan, Ermen, Aşûr, Tirkuman, Nestûrî, Kildan û Çeçan in, lê di nav hinek partî û rêxistinên kurdî û erebî de endam in, ev kesana gelek caran bêbextî bi hevalên xwe kirine û ew dane girtin, û ji sibehê ta êvarê karûbarên wan kolan bi kolan, mal bi mal bi dû xebatkar û çalakvanan de ne bo saloxên wan bighênin dezgeh û navendên saloxgeriyê, û dema bi desthilata ewleyîye re bi şev di pişt perdeyan de decivin, ji wan re dibêjin:“Em ne Kurd in, erê em di nav partî û rêxistinên wan de kar dikin, lê tenê em dilê wan xweş dikin û em kar û berdestiyê ji serûk û welatê xwe Sûriyeya dilyar re dikin.

Celebê pênca, beşek ji oldara ne, ango ji şêxan, melan, sofî û mirîdan ne, herweha beşek ji xwendevanên dibistan û zanîngehan ne.

Celebê şeşa û dawî jî, bazirganên çek û efyonê ne.

Ev her şeş celeb ji civatê, piştî dikevin xefk û toryên ewleyiyê de, ji ber jiyana wan ya dijwar û wundabûna hêviyên wan, pir pir pir dûrî welatparîziyê dibin, sinc û mirovayî li cem wan namîne, û paşê keysbaziyî bi wan pir hesan dibe, ji lewra ew ji hêzên ewlekariyê re neçîr û armancên qelew in, û paşê ji her celebekî, yek yan didoyan ji xwe re dikin serbaz û peya û sîxur.

Di nav malbatekê de ji van celeban, bav ji kurên xwe re weha dibêje:”Hûn bi desthilata saloxgerî û ewleyiyê re kar bikin û bidin û bistînin, û Kurda li min bihêlin “.

Hêzên ewleyiyê beşek ji van kiribûn nandoz, ango (Murtezeq), bi navê piştgiriya milet û dewletên sosyalîst, ev nandoz bi peran (24,000,00 lêreyên Sûrî) difrotin dewletên mîna, Kûba, Lîbya, Yemen, Ceza,ir, Iraqê, Libananê, Efxanistanê, Sûdanê, Yûxislafiya  û Çeçanistanê….

Carêkê ez û çend hevalên xwe li bajarê Şamê li çayxanakê rûnitîbûn, yek ji van nandoz û sîxuran, ew û sisiyên din li kêleka wî rûniştbûn, devliken û bi dengekî bilind ji hevalên xwe re weha dibêje:” Ez çûbûm Iraqê, û min Zaxo, Mûsil, Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê û Kerkûkê jî dît, çiqasî xweşbûn yaho!“.

Dengê wî digihişte me, hima min bi dengkî nizim ji hevalê wî yê li kêleka wî rûniştîbû re got: Ka jê bipirse! Kê ew şandibû Kurdistana Iraqê?

Çawa jê pirsî, bê ku di pirsê de hizir bike, devliken got:”Mihemed Mensûra ez şandibûm”.

Dengê wî hate me hemûyan, piştî ez û hevalê xwe ji wir rabûn,min ji hevalên xwe re got, binêrin! Piştî serbaz û leşkerên Sedam Hisên dewleta Kiwêtê dager kirin, dibe hêviyeke me Kurdan piştî vî şerî pêk were, ku em jî bibin xwedî desthilat di Kurdistanê de, lê wê dijminê miletê me pir astengiyan li pêşiya me deyne, vaye we li vî nandozî guhdarî kir, ew ê ji niha ve bi alîkariya van nandoz û sîxuran hewil bidin, ku welatê me careke din wêran bikin û rêka azadiyê li pêşiya me bigrin.

Desthilata ewleyî û asayişa derve, gelek nandoz û sîxurên xwe ji van celeban dişandin derveyî Sûriyeyê, ji bo raporan li ser karê rikberan binivîsin û ji rêberên xwe re bişînin, û herweha  beşdariyê di girtin û kuştina bi dizî de jî bikin.

Beşek ji van her şeş celebên nandoz û sîxuran ku di Sûriyeyê de (Kurd, Ereb, Aşûr, Sûriyan, Erman, Tirkuman Nestûrî…) bê sinc û dilreş bûn, xwe di nav civatê de didan xuyakirin, ku ew bûne heval û kadir di hinek partiyên Filestînî, erebî, kurdî û Kurdistanî de, mîna partiya çepê Kurd li Sûriyeyê, partiya kar ya qumonîst – Sûriyê, partiya Birûsk, partiya kakerên Kurdistanê (Apoçî) û partiya roja welat- Tirkiyê (Çar pêc kes bûn, berê endambûn di partiya sosyalistê Kurdistanê de), yên ku hêzên xwe di Libnanê û Sûriyeyê de çêkiribûn û li gel hêzên Filestînî û neteweperstên erebî, û partiyên çep yên tirkî, ewlekariya derve ya Sûriyeyê ew perwerde dikirin, û hinek ji wan jî di nav hêzên Filestîniyan de perwerde dibûn, lê di rastiyê de, ev celeb ji nandozan ne hayê wan ji netewa Kurd û Ereb hebûn, û ne jî hayê wan ji miletê Kurd û Kurdistanê û  miletê Ereb û Erebistanê jî hebûn, di nav wan de jî kesên bê guneh hebûn yên hayê wan ji cihanê tevî tunebûn, ji ber ku ew bi kotekî û zor û xapan tevlî xwe kiribûn, ango ew ne ji van şeş celeba bûn.

Desthilata ewleyiyê beşek ji sofî û mirîd û şêx û seyidan, li ser kasêt û qewanan fêrî hinek helbestên erebî û çend bendên Qurana li cem Misilmana pîroz e, kiribûn, û di nav civatê de nûnertiya Xwedê dikirin, ew nandoz û sîxur û peya, hem kincên oldaran li xwe dikirin û hem jî asayiş bûn, kertên wan yên sor hebûn û di partiya Elba,is de jî endam bûn.

Yekî ji celebên didoyan ku ew bi xwe kabçî û diz bû, û nav û dengê wî di nav civatê de pir pir ne baş bû, ji sala 1978 ta 1995 li Libnanê efserekî perwerdekirinê bû û paya serdar (Raid) li ser milê wî bû.

Yekî din ji celebê didoyan li Şamê kilaşînkof li milê wî bû û li devê deriyê nivîsgeha partiya Sûrî ya netewî û civakî peywanî dikir.

Yekî din ku bazirganê efyonê û çekan bû, ew û çend hevalên xwe cilûberg û xwarin û çek ji wan kampên perwerdekirinê didizîn û li bazarên bajarê Şam û Heleb û Qamişlê ji xwe re difrotin.

Van nandozan bi karên xwe yên bê rê, partî û neteweyên xwe di nav milet de pir riswa dikirin, û ziyaneke pir mezin digihandin kar û nav û dengên wan.

Herçiqas mirovên weha di nav van partî û neteweyan de hebûn, ewqas jî mirovên xebatkar û welatparêz jî hebûn, lê ti desthilat di destê wan de tunebûn.

Tê zanîn bê çawa desthilatdariya leşkerî ya Iraqê li Kurdistana başûr komên caşan damezirandiye, û ya Tirkiyê li Kurdistana bakur komên Quruciyan damezirandiye, û ya Sûdanê komên Cencewîdan damezirandiye, herweha li Sûriyeyê jî hêzên ewlehiyê û saloxgeriyê di nav gund û bajarên Sûriyeyê de û bi taybet li Kurdistana Sûryeyê, komên çete û cirdevanan ji van peyayan çêkiribûn, karê wan bi serbestî kuştina rikberan, dizî, sitandina bace û peran bi zorê ji hevwelatiyan, bazirganiya çek û efyon û çixare û dermanê hişbiriyê, sixurî, poz û guhjêkirin, revandina xort û keç û zarokan, herweha fort û lêxitina welatparêzan bû.

Beşek ji van celeban, karê wan tenê diziya dewlemendan bûn, û di van karên xwe de gelek caran keçikên laşfiroş bi kar tanîn, û di kolanan de jî şerê xebatkar û siyasetvanên Kurd û Ereb dikirin.

Carekê min ji yekî nandoz pirsî: Baş e, çima hûn guhê mirovan jê dikin, ma hûn nikarin bi şêweyekî din, fortên xwe li van bê gunehan bikin?

_Ma ku ew carekê dido sisê çar wek me neke, êdî çare ji bilî guhjêkirinê tune ye.

_ Mala we ava, hima hûn şaş nebin, wan nekujin, em bi guhjêkirinê jî qayil in.

_ Na, me ta niha 34 guh jêkirine û me hinek jî kuştine.

_ Baş e, bavê min jiyana xwe hemû di ber pirsa Kurd û miletê xwe de terxan kiribû, erê çima we sê caran lêxist û dawî we dixwest wî bikujin, ma hûn bi vî karê xwe kar û bersetiyê ji kêre dikin?

_Dibe şaştiyek ji hevalan çêbûbe.

Belê, ev gurên har bi vê hişmendiyê li nik ewlekarî û saloxgeriya Sûriyeyê perwerde bûne, ew dijminatiya miletê xwe dikin, û dijminên me û mirovatiyê jî di ber van nûçe û dîmenan de berdavkên meyê li hev dixin û dinoşînin.

Diyar e, ku di cîhanê de hemû bûyer û razekên veşartî li ser û binê zemînê, ji kuştina Isayê pêxember ta kuştina karmendên rojnameya firensî Charlie Hebdo û kuştina karmendên Cihû li Parîsê, li nivîsgehên ewlehî û saloxgeriya li cîhanê têne pilankirin, û bi destê nandoz û sîxur û kurtêlxweran (Alavên wan) têne kirin, ji ber ku toreyên wan yên gefdanê li hemû cîhanê pev girêdayê ne û ew baş hevdû nas dikin, û yên Sûriyeyê jî beşek ji wan ne.

Wêneyên li xwarê fort û zirt û diyariya ewlehî û saloxgeriya li Sûriyeyê ye, ku bi destê çete û nandoz û sîxurên xwe ev kinder ji bavê min re li jora deriyê mala me li bajarê Qamişlê (havîna1993) daliqandibûn.

Kesê ku ev fort bi destê xwe nivîsiye, bêyî ku kes jê bipirse, ji tirsa xwe li civatekê li xwe mikur hat, ku wî ev nivîsiye, lê me wek malbat toreya çetan ya gefdar ya li pişt wî jî baş nas dikir.

Bawerê Omerî

23.01.2015

Bawere-Omeri@hotmail.com

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...