Mamoste Hemîdê Derwêş sekretêrê partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûryeyê,
endamên nivîsgeha rêzanî,
endamên rêxistin û desteyên partiyê yên rêzdar,
bi helkeftina şêst û yek sal ya damezirandina partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûryeyê, ez vê rojê li we birêzan û damezerên pêşî û hemû xebatkarên dilsoz yên partiyê pîroz dikim, bi hêvîme, ku xebatkarên vê partiya çalak dikaribin di demeke nêzîk de, ligel hemû pêkhatiyên Sûriyeyê peymanên aşîtiyê bi hev re bikin, û hewil bidin vî şerê, ku pir ji çanda me dûr e, di welatê me de rawestînin, herweha ji bo barastin û bidestxistina mafên Kurd li ser hemû asteyan xebatên nû biafirînin, nemaze di warê rêxistî û diblomasî de li hindur û derveyî welat, daku keda xebatkarên vê partiyê badîlhewa nere.
Serkeftin ji bo we û xebatkarên PDPKS re.
Sipas ji bo erk û berevaniya we di warê neteweyî û niştimanparêziyê de li Sûriyeyê.
Bawerê Omerî
14.06.2018z – 2630k