Dema rûpelên dîrokê bi me dide naskirin, ku Tirk (Roma reş) ji nehsed salî ve ji nav Asiya navî hatine ser xak û zemîna Kurdistanê û li vir bi cih bûne, û bi piştgiriya miletê Kurd û Ermen dikarîbûn li Kurdistanê jiyaneke xweş ji xwe re peyda bikin, û şahinşahiyekê ji xwe re ava bikin, lê mexabin ku bi wê hatina wan re û ta roja îro şer û pevçûn li Kurdistanê ranewestiyaye, û ev şer bûye beşek ji jiyana rojane ya miletê Kurd û Tirk, vêca di vê babetê de hezar pirs û pirsên giring xwe davêjin holê, ji wan: Gelo ew kî ne yên vî şerî bi rêve dibin?
Tevî ku hejmara pir ji herdû mileta bi ola xwe bûne Misilman, vêca sedema vî şerî çî ye?
Gelo ew kî ne, yên ku nahêlin herdû milet bi aramî û aştiyê şad bibin?
Di nav sînorê Tirkiyê û Kurdistana bakur de ta niha ew siloganên bi mehna tîreyên olî mîna sune û şî,a, henefî, şafi,î, henbelî û malikî ku bi wan agir gur dikirin, tenê di dema şahinşahiya Osmanî de hebûn, û çi cara ku Roma reş (Tirk) şerê miletekî bikra, ji bo ku wî şerî bikin karekî rewa û hevalbendan ji xwe re peyda bikin, ji wan re digotin:” Ev Gawir in (Kafir in) û em jî şerê Gawira dikin, gelî Misilmana kerem bikin bi erkê xwe yê olî û mirovayetî rabin û werin em bi hev re van Gawiran ji koka wan ve rakin”. Ango di nerîna wan de hemû miletên li dora wan Gawir bûn, ji ber ku Roma reş şerê hemû miletên li dora xwe kiribû û hîn jî dike.
Li gor yasaya xwezayê, hemû milet û dewletên li cîhanê bi hêza xwe ya abûrî û leşkerî pêdiviya wan bi alîkariya hindur û derve hene, ji ber ku bê vê alîkariyê hebûna wan ne misogerkirî ye, ji lewra Tirkên Osmanî ji nehsed salî ve û ta roja îro bi alîkariya beşekî ji miletên rojhilata navîn mîna Kurd, Ermen, Ereb, Aşûr û Suryan di hindur de xwe bi hêz kirine, di heman demê de dewletên mîna Elmanya, Birîtaniya, Firensa, Îtalya, Urûs, Isra,îl û Emerîka ji derve alîkarya Roma reş di warê abûrî û saloxgerî û planên leşkerî de dikin, ev tê wê wateyê, ku ev in yên ta roja îro vî şerî li Kurdistanê bi rêve dibin.
Hejmarek pir ji nezanên Tirk û Kurd bawer dikin, ku sîstema desthilatê li dewleta Tirkiyê komarî ye, û di heman demê de Islamî ye jî, lê dema mirov baş li rastiya vê desthilatê binêre, dighêje hinek encam, yên ku berûvajî wan baweriyan tekez dikin.
Di baweriya min de desthilat û rejîma partiya dad û geşepêdanê (AKP) li Tirkiyê û Kurdistanê tenê kirasek e, ku bi hezara hêzên ewleyî û leşkerî xwe di bin de veşartine, tevî ku hejmarek pir hindik ji endamên partiya AKP alîgirên pirozesa aştiyê ne jî, lê di Tirkiyê û Kurdistanê de hemû tişt ne di dest wan de ye, hêzên ewleyî û leşkerî yên pirên wan ne Misilman in, nahêlin ew aştî di vê Komarê de bête çesipandin, herweha di nav endamên Apoçiyan de jî kesin hene ku vê aştê naxwazin, li vir berjewendiyên herdû aliyan dighêjin hev, û dawî di bin tepeserkirina herdû aliyan de û dewletên mîna Yewnanistan, Ermînistan, Elmanya, Birîtaniya, Firensa, Îtalya, Urûs, Isra,îl û Emerîka, bi kilîtên ji zêr dergehên aştiyê digrin û bi kilîtên qelp û rizyayî dergehên şer û cengan vedikin.
Yek ji lawaztirîn danûstandinên vê prozesa aştiyê ew e, ku desthilata Tirk guftûgoyan di Tirkiyê û Kurdistanê de tenê bi partiyekê re dike, ew partî jî li cem rejîma Tirkiyê gefdar e, di dema ku cîhan tevde dizane û dibîne ev partî (Apoçî,PKK) tenê nikare nûnertiya pirtir ji sîh milyon Kurd bike, û tevî ku di Kurdistana bakur de gelek partiyên Kurd hene, rejîm naxwaze bi wan re danûstandinan li ser pirsa Kurd bike, ev bi xwe jî cihê pirseke giring e, û tê wê wateye ku rejîmên Tirkiyê miletê Tirk û Kurd dixapîne û di danûstandinên çareseriya pirsa Kurd de ne dilsoz in û bawerî jî bi wan nayê, heger rast e, dixwazin dawiya vî şerî bînin û bi aştî û biratî pevre bijîn, bela kerem bikin, bi
hevbeşiya hemû yasazanên xwe destûreke federalî nûjen binivîsin, û têde mafên miletê Kurd di herêma Kurdistana bakur de û yên hemû pêkhatiyên din bipejirînin, wê çêxê di şev û rojekê de ev şer tête rawestandin.
Rejîma Tirk dibêje: “Apoçî (PKK) partiyeke gefdar e (Terorîst e), û em û cîhan tevde şerê wan dikin”, herweha hinek ji partiya PKK rejîmê bi gefdariyê tewanbar dikin, û li ser zemînê herdû alî şerê hev dikin, û yên ku ziyan û malwêranî dibe para wan tenê miletê Tirk û Kurd e.
Ev hevkêşî ti carî ne rast e, dibe beşek pir hindik ji vê partiyê û ji vê rejîmê jî, mirovin gefdar bin, lê li hember wan beşek pir mezin ji herdû aliyan hene, ku bi rastî, aştî û azadiyê di Tirkiyê û Kurdistanê de dixwazin, û dibînin ku ev şer ne di berjewendiya herdû miletan de ye.
Di nerîna min de li gor vê rewşa aloz, heger herdû alî (Rejîma Tirk û Apoçî) ku berjewendiya xwe tenê di şer de dibînin, dev ji vî şerî bernedin, gerek e miletê Kurd û Tirk biryareke dîrokî bistînin, û bi zelalî ji cîhanê tevdî re ragihînin û rabin pevre şerê herdû aliyên şer bikin.
Ji sedê sala ve û ta roja îro li her pênc perçê Kurdistanê û li rojhilata navîn, pirsa miletê Kurd pirseke netewî ye, ne nakokiyeke olî ye, bi dûrbûna xwe ji van nakokiyê jî, gelek caran bi agirê wan dişewite, cihê mexabiniyê ye ku gelek caran partiyên olî mîna: AKP li Tirkiyê û biraderên Misilman li Sûriya, Misrê, Iraqê, Urdinê, Eyranê û Filestînê… bi desthilatdar û rejîmên diktator re eşkere şerê miletê Kurd û mafê wî yên rewa dikin, ew serxwebûnê ji Filetîniyan re dixwazin, lê ji pêncî milyon Kurd re qirkirin û malwêrankirin û tunebûnê dixwazin, herweha hejmarek mezin ji partiyên Filehan jî li rojhilata navîn û ewropa û Emerîkayê li dijî miletê Kurd piştgirya van rejîman dikin, ew naxwazin ev şer raweste, tenê ew berjewendiyên xwe yên abûrî di vî şerî de diparêzin.
Ji sedê sala ve hatiye tekezkirin ku ji bilî xaknîgarî û dewlemendbûna welatê me, yê ku pêşî bûye sedem li Tirkiyê û Kurdistanê di gurkirin û berdewamiya vî şerî de, desthilata Tirk û hevalbendên wê bi xwe ne, çi cara ku miletê Kurd li seranserî Kurdistanê û cîhanê gaveke erênî ji bo pirsa Kurd avêtine, û ji bo di rêkên dîmoqratî de mafên xwe bi dest bixin, mexabin ku desthilat û hinek ji şovenên Tirk li hemberî wê gavê her roj eşkere û bê fedî dibejin” Dewleteke Kurd li kîjan bejê bête damezirandin, em wê napejirînin û em ê şerê wê jî bikin”.
Ev helwesta desthilata Tirk li dijî mafê miletê Kurd, di her pênc beşê Kurdistanê de, mîna hewesta dewleta Yewnanistan, Ermenistan, Sûriye, Iraq û Eyran ye, ev dewlet jî naxwazin ku sîstema Tirkiyê bibe sîstemeke dîmoqrat.
Û ji ber ku vê desthilatê beriya niha şerê milet û dewletên li dora xwe tevî kiriye, ev dewletên li dorê jî timî li benda delîvekê ne ku nakokiyan di nav Tirk û Kurdan de kûrtir bikin, û tola xwe ji wan bistînin, ev tê wê wateyê ku heta Miletê Yewnan, Urûs, Ermen, Belqan û Nemsawî yên ku bi olên xwe Fileh in û bi tîreyên xwe jî pirên wan Ertedoks in li ser vê zemînê hebin, wê ti carî nehêlin Tirk û Kurd bi aştiyê şad bibin û serê wan rehet bibin, ango ev nakokiya di nav Tirk û van miletan de mîna nakokiya di nav Suna û şî,a û Katolîk û Ertedoksan de ye, heta ku mirov li ser vê zemînê hebin ev nakokî jî wê hebin, ji lewra ji ber wêrankirin û kiryarên yên van rejîman bi dirêjayiya salan re Kurd û Tirk bûne qurbana pilanên navdewletî, bi agirê xwe û bi sedema hebûna hinek xaz û betrolê welatên me dişewitînin.
Lê gelo kî ne yên ku dikarin vî şerî di nava Tirk û Kurdan de rawestînin?
Di nerîna min de tenê ew dewletên pîşesazî ne, yên ku çarenûsa hemû miletên li cîhanê xistine destên xwe de, û kilîta hemû tiştî li vê cîhanê di destê wan de ye, û yên ku pera, çek, balafir, şehmendîfer, tirimbêl, gemî, bêtêlk û têldengiyan çêdikin, heger ew tenê li hev bikin, û berjewendiyên wan bighejin hev, dikarin tepeserkirinê li herdû aliyan bikin û vî şerî li Kurdistanê û hemû cîhanê rawestînin, lê wê çaxê gerek e miletê Tirk û Kurd û dewletên li herêmê jî bi wan re alîkar bin, û rê nedin nexêrxwazan ku careke din sitemkariyê li wan bikin, û heger her miletek li ser xaka xwe di welatê xwe de serbest û azad be, wê çaxê bi hev re dikarin wê gola xwînê bixetimînin û li şûna wê çîmen û gulistanan biçînin û di nav aştî û xweşiyê de bijîn.
Bawerê Omerî
23.02.2016