Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebû yekî Ereb, di çayxaneya Inertnêtê de bi têldengiyê bi birayê xwe re diaxivî.
Di wê salê de “şer di nav Sina û Şî,ayê Libnanê de hebû.”
“Supahê Isra,îlê her roj bi balafirên cengî Ereb li başûr û bakur û rojhilatê Isra,îlê bombebaran dikir.”
“Rejîma Elba,is ya Iraqê di bin bombebara balafirên cengî yê Emerikayê de waqe waqa wan bû.”
“Supahê Emrîkiyan bi alîkariya Kurda serûkê Iraqê Sedam Hisên di binya çalekê de dîl girtibûn.”
“Nav û dengên Ereban bi nebaşî û ne pakî û bi gefdarî û dizîyê û kuştina bi dehan ji bêgunehan li ser alavên ragihandinê di Emerîka û Ewropayê de belav dibû.”
Ew ê Ereb weha ji birayê xwe re digot:” Kuro! Mala Ereban bişewite û wêran bibe, Mala malbata Si,ûd û Sebah û Qabûs û Ebdelah û Mubarek û Qedafî û Bin Elî wêran bibe. Bela serûk û Şah û Mîr û Şêxên Ereban qûna min bialêsin, nifirê min ji hemû dewletên Ereban re ji zerî ta bi kendavê. Yaho! Ev çi rewş e? Ma qey Kesekî bi rûmet di nav me Ereban de neyame? Ji hemû derê ve li me dixin.
Hey hawar! Hey hawar! Kuro! Vaye wê Kurd dewletekê ji xwe re çêkin.
De wer û xwe nekuje, ya birayê min.
Ez ê biteqim.
Ez ê xwe bikujim.
Ev çi jiyan e? Birayê min!
Ez ê binav bibim.
Nema bihna min derdikeve.
Birayooooo
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.
Bawere-Omeri@hotmail.com
13.10.2019z – 2631k