Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebû dewletek navê wê Sûriyeyê bû, ligor zanistiya yasayî hîn ew nebibû dewlet, ango ew nîv dewlet bû.
Bi rastî, ew dewleta saloxger û ewlehiyê bû.
Ji sala 1920 a ve ta 2012 a heyşt destûr bo rêveberiya wê hatene nivîsandin (1920 – 1930 – 1950 – Destûrên partiya Elba,is yên berdem1964, 01.04.1969, 1971, ta 1973 – ya dawî 2012 a bû).
Di dîroka vê dewleta bê ser û ber de, yek xal tenê jî ji naveroka van destûran li ser zemînê nebûye yasa û nehatiye bi kar anîn û cibicih nebûye.
Bi gelemperî di van hemû destûran de tenê “Nav û mafên netewa ereb û ola islamê û partiya Elba,îs” hatine nivîsandin.
Mirov dikare bibêje, ku ev destûrana bi xwe pirojeyek ji pirojeyên erebkirina herêmê tevî bû. di nav de jî erebkirina herêm û navçeyên kurdî.
Para miletê Kurd timî ne ji aliyê ziman û ne jî ji aliyê mirovatiyê ve di wan destûran de tunebû, naveroka wan mafên Kurd di yek xalî de jî nedipejirand, ta mafê hebûnê jî têde nedane Kurdan.
Ta roja îroj hemû rejîm û desthilatdarên, ku di bin van bend û xalên van destûran de xwedêgiravî kar dikirin- ji miletê Kurd re ji dil û bi serê zimanan di Sûriyeyê de weha digotin:”Mafên we misogerkirî û parastî ne, dewlet ji bo we di hemû waran de bi stûbarên xwe radibe, gerek e, hûn jî maf û stûbariya xwe nas bikin, yên doza cûdabûnê dikin, ew “Sahyûnî ne û hevalên rojava û Isra,îlê ne” dixwazin dewleta me perçe bikin û Isra,îla doduyan li bakurê Sûriyeyê û Iraqê damezirînin, ji ber wilo jî ew ne welatparêz in- û bela ji Sûriyeyê derkevin- û ji mafê me ye jî em hemû çekan li dijî van xiniz û cûdaxwazan bi kar bînin.”
Mexabin, ku xwedanê vê hişmendiya serdest, ticarî nabin xwedanê dewleteke bi rêz û hêz û xwedî sînor.
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.
Bawere-Omeri@hotmail.com
03.10.2019z – 2631k