Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirêj

Share Button

 Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.

Hebû miletek di sedsala duwazdan de bi êrîşkirin û talankirin ji Asiya navîn hatin- û hêdî hêdî Kurdistan û Yewnanistan dagirkirin.

Di wê demê de sermayedaran li rojava û rojhilata navîn piştgirî didan van Toraniya û ji hêzeke biçûk ew kirin şahinşahiyeke mezin û navê wê kirin” Şahinşahiya Osmanî.”

Di bin fermana leşker û çeteyên vê şahinşahiyê de şerê Kurda, Farisa, Ermeniya û Yewnaniyan dihate kirin. Herweha êrîşî beja Ewropayê û Efrîqyayê jî dikirin.

Ev welat tev de wêran dikirin- û zana û qehremanên wan digirtin û datanîn ser xazoqan.

Piştî dewleta Birîtaniya û Firensa û Urûs bi alîkariya miletên rojhilata navîn dawiya vê şahinşahiyê û berpirsên wê anîn û pirên wan danîn ser xazoqan; dewletek ji wan re li ser xaka Kurdistan û Yewnanistanê bi navê “Tirkyeyê” damezirandin.

Rêjîmên ev dewlet di destêd wan de bûn- û ta niha neviyên şahinşahiya Osmanî ne, ew û çeteyên xwe ji roja roj de berî sedsalî dest bi êrîş û talan û dagirkirina milet û dewletan dikin, zana û qehremanên van miletan winda dikin û pirên wan datînin ser xazoqan.

Vê carê dewletên mezin yên sermayedariya cîhanê dikin, çend salên din jî ji vê dewleta Tirk re danîne- bo dawiya wê bînin û mîna şahinşahiya wan ya berê biherifînin- û berpirs û çeteyên wan careke din deynin ser xazoqan. Ev jî yasaya xwezayê ye.

Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com

23.04.2019z – 2631k

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

خالد بركات : قصة السلحفاة والأرنب

بعد مرور أسبوع على سقوط نظام الطاغية الأسد، الأحداث تتسارع على مدار الساعة في العاصمة ...