Hebû tune bû, dilovanî li dê û bavê min û we bû
Hebû beşek ji miletê Kurd, Xwedê bi wan re sergerdan bibû
Dema Fayiq Bocaq zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin
Dema ew qehreman û rêzanvan bi destêt rejîma Tirk li Kurdistana bakur pakrewan bû, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin
Dema Se,îd Elçî zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin
Dema ew qehreman û rêzanvan bi destêt rejîma Tirk li Kurdistana başûr pakrewan bû, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema Mistefayê Barzanî zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî qehremanê efsaneyî koça dawî kir, bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema seydayê Cegerxwîn zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî helbestvan û tekoşer û rêzanvanî koça dawî kir, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema hunermend Mihemed Şêxo zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî dengxweş û qehremanî koça dawî kir, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema Nûredîn Zaza zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî tekoşer û rêzanvanî koça dawî kir, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema Ebdilrehman Qasimlo zindî bû, wan her roj li ser
hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema ew qehreman û rêzanvan pakrewan bû, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema Nûşîrwan Mistefa zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî qehreman û rêzanvanî koça dawî kir, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema mam Celalê Talebanî zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî qehreman û tekoşer û rêzanvanî koça dawî kir, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema mamoste Hemîdê Derwêş zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî qehreman û tekoşer û rêzanvanî koça dawî kir, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema hunermend Se,îd Yûsif zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî mûzîkvan û qehremanî koça dawî kir, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
Dema hunermend Se,îd Gabarî zindî bû, wan her roj li ser hemû beran û bi hemû hêza xwe şerê wî dikirin.
Dema wî dengbêjî û lavjebêjî koça dawî kir, ji nişkave bûn xwediyên wî û rondikên şînê li ser dibarandin.
De kerem bikin, rewşenbîrno! Helbestvano! Nivîsvano! Dengbêjno! Hunermendino! Şêwekarino! Bibînin! Bê çawa kerwan diçe û mirovên durû her roj keleman li pêş wan datînin û roja din rondikan li ser wan dibarînin.
Ev bûn dîmen û kiryarên beşekî ji miletê bê xwedî û wundayî û bê dewlet. Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.
Bawere-Omeri@hotmail.com
30.01.2022 z – 2722 k