Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû
Hebû xortekî Kurd, kesekî tekoşer û çalakvanekî civakî û rêzanî û mirovatî bû di Kurdistanê de
Ji bo serkeftin û serfirazî û serxwebûna miletê xwe xebat dikir
Wî ti carî serê xwe ji dijminên miletê Kurd re ne diçimand
Ji ber wê yekê ewlehiya nîvdewletên Kurdistan dagerkirbûn ne li welat û ne jî li derveyî welat dev ji wî bernedidan, timî bi rêka çete û sîxur û nokerên xwe didan dû wî, ji bo saloxan ji xebat û karê wî yê rêxistinî û rêzanî û civakî hilînin û bidin destêt dijminê miletê Kurd
Dawî wî xortî ji bo karê wan çete û sîxur û nokeran sivik û hesan bike, nameyek taybet ji wan re û ji yên li pişta wan in jî nivîsî, ev jî deqa wê bû:“ Hey çete û sîxur û nokerên dagirkerên Kurdistanê yên nirxbilind, bi navê xwe, ez we û desteyên saloxger û ewlehiyê, yên ku Kurdistan dagerkirine, û hemû kesên di toreya wan de kar dikin, ji keşe, şêx, mele, sofîk, mirîd, keysbaz, nandoz û çete û ji hemû hevalbendên wan re dibêjim, hûn çiqas hewil bidin ji bo pirsa kurdî li rojhilata navîn û cîhanê bidin mandelê, hûn bi ser nakevin,
heya miletê Kurd, xaka Kurdistanê ji Loristan ta bajarê Edenê, ji Kurdistana sor û Serhedê ta çiyayê Kurmênc, ji çiyayê Kezwanan (çiyayê Ebdulezîzê) ta Şingal û Hemrînê rizgar neke, dev ji maf û doza xwe ya rewa bernade.”
Ligel silavên
Xortekî Kurd
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş
Bawere-Omeri@hotmail.com
31.10.2021 z – 2721 k