Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirêj

Share Button

Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebû qîza meleyekî, ji bajarê Qamişloka paytext bû.
Karê wê laşfirotin bû, ango evîndarî ji bo xweşiya canê xwe dikir.
Karê wê bi xortan re di şevbihêrkan de, vexwarina meyê û sema û kêyf bû.
Hemû kar û rêzanvanî û çalakiyên civakî û rewşenbîrî yên li cîhanê û Kurdistanê û bi taybet yên tevgera kurdî di Kurdistana başûrê rojava de xwedêgiravî bi hûrgilî dizanîbû.
Ji ber wê yekê jî nûçeyên hemû xortên cîhanê û Kurdistanê li cem wê hebûn.
Ji ber ku sinc û sênga wê pir bilind bûn, di nav civata kurdî û cîhanî de bibû nimûneyeka herî bawerî bi nerîn û nûçeyên wê dihat.
Bo nimûne: Wê dizanîbû, bê çawa Efrîna rengîn, Azaz, Elbab, Cerablus, Serê kaniyê û Girê sipî ji aliyê rejîma Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagerkirin, û kî di wê dagerkirinê de jî sûcdar bû.
Dizanîbû bê kê Şengal, Tila,ifer û Mûsil dabû destêt rejîma îraqê û çeteyên wê û çawa hatibûn dagerkirin, û kî di wê dagerkirinê de jî sûcdar bû.
Dizanîbû bê kê çiyayê Hemrîn û Kerkûk û Xaneqîn û Medelî dabû destêt rejîma îraqê û çeteyên wê, û kî di wê dagerkirinê de jî sûcdar bû.
Dizanîbû bê kê girtiyekî Kurd ji Kurdistana rojhilat, yê ku ji zindanê reviyayî bû, dabû destêt rejîma mele û sofiyan û çeteyên wan li Iranê, û bê çawa ew bi darê kindirê vekirine û kuştine, û kî di wê kiryarê de jî sûcdar bû.
Dizanîbû jî bê kîjan partiyê di Kurdistana başûrê rojava de berjewendiya miletê Kurd diparast û kîjanê jî li dijî berjewendiya miletê Kurd bi rejîmê re karên nehênî dikir.
Bi rastî, ew bi jîrbûna xwe giha bû wê asteyê, ku heya derzî û çêlekek jî li Kurdistanê wundabibaya, wê dizanîbû, bê ew derzî û çêlek li kû ne, û dikarîbû bi gotarekê lêkolîn û gengeşiyeke pir kûr û hûr û dirêj li ser wundabûn û cihê wê derzî û wê çêlekê bikira û binivîsiya.
Jixwe yên ne bi nerîna wê ciwanikê re ba, û hima bi qasî serê derziyê ew rexne bikira, Xwedê ji wî kesî sitandibû, wê sed dûv û nav ji wî kesi vekira. Carekê ew ê biba xiniz û noker, û careke din ew dikir tundrew û çeteyên dijmin û saloxgerê dewletan.
Ji ber van hemû vegotin û gengeşî û nûçeyên wê yên rast û durist, navûdengê wê li cîhanê belav bibû, heya gihijtibû nîvîsgehên neteweyên yekgirtî li New Yorkê.
Ji lewra yeke weke vê xanimê gelekî ji dezgehên navdewletî re gerek bû.
Her dewletekê dixwest ji pisporiya wê di vegotin û belavkirina nûçeyên cîhanê sûdeyê werbigrin, û bi dilgermî û bi lez dixwestin ew a bi sinc û sêngbilind û bi navûdeng di dezgehên wan de kar bike.
Dawî dezgehên neteweyên yekgirtî şandin dû wê, ji bo bi wan re kar bike.
Çend rojên wê li avahiya neteweyên yekgirtî derbas bûn, bêriya karê xwe yê berê dikir.
Her roj bi dizî li cem berpirsekî radiza û pêre evîndarî dikir. Helbet hember firotina laşê xwe li wir ti pere nedigirtin.
Piştî karê wê yê rast li cem berpirsên wan dezgehan eşkere bû, rabû rojekê şandin dû wê û weha jêre gotin:”Em sipasiya te dikin, ku te çend rojan li vir kar kir, lê mexabin! Yên laşfiroş li cem me pir hene, û tu karî herî vî karê xwe li dewlet û dezgeh û devereke din bikî, tu serbest î, oxir be ji te re.”
Ji wê rojê ve berê xwe dabû Ewropayê û karê xwe yê berê bi serbilindî di nav xortan de dikir, xort jî ji nûçe û nerîn û şirovekirina wê li ser bûyerên cîhanê û Kurdistanê, yên pir rast û durist bûn bi vexwarina peyaleke wiskî û mey ji dil pêre şad dibûn.

Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com
13.03.2021 z – 2721 k

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 646 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 646 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا ...