Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirê

Share Button

Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebûn nêzîka sed wêneguhêzên ezmanî û pirtir ji sêsed dezgehên ragihandinê yên kurdî.
Hemû yên partiyên rêzanî û olî û dewlemend û komeleyên Kurdî bûn.
Pirên wan bi alîkariya dewleta Tirkiyê, Iraqê û Ermînî û Suriyaniyan hatibûn damezirandin.
Ji hemû wêneguhêzên kurdî tenê yek ji wan navê “Kurdistana Sûriyê” di nûçeyên xwe de bikar tanî, ew jî Zagros TV bû.
Gelek wêneguhêzan nûçeyên rezanî û hinek civakî û çandî û werzişî û abûrî diweşandin. Yek ji wan wêneguhêzan “Rûdaw” bû.
Dema pêşkêşvanê wê nûçeyên rêzanî pêşkêş dikirin, bi navê herêma Kurdistanê weha dest pêdikirin:”
Serûkê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îroj pêşwaziya balyozê Emerîkî li Hewlêrê kir.
Bûyerek hatûçûnê îroj li Herêma Kurdistanê rû daye.
Nirxê sotemeniyê li herêma Kurdistanê bilind bûye.”
Lê dema nûçeyên beşên din yên Kurdistanê pêşkêş dikirin, weha dest pêdikirin:
“Nirxên kelûpel û xwarinê li rojavayê Kurdistanê zêde bûye.
Du parlamanter li bakurê Kurdistanê hatine girtin.
Zemînhejek Li rojhilatê Kurdistanê çêbûye.”
Di vir de herêma Kurdistanê (Kurdistana başûr, ya jî Kurdistan Iraqê) tenê dikirin navend û beşên din bi nav nedikirin û nedigotin:
Li Kurdistana Sûriyê, ya jî li Kurdistana başûrê rojava.
Li Kurdistana Tirkiyê, ya jî li Kurdistana bakur.
Li Kurdistana Îranê, ya jî li Kurdistana rojhilat.
Jixwe nûçeyên Kurdistana sor di bernameyên wan de tunebûn, û bi carek newêrîbûn nêzîkî wî navî bibana.
Carinan navê Kurdistana başûr jî, dikirin “başûrê Kurdistanê.” Carninan jî bê hemdî xwe navê Kurdistana rojava (Kurdistana başûrê rojava, Kurdistana Sûriyê) bi kar tanîn.
Bi vî awayî birêvbirên vê rûdawê, herêma Kurdistana başûr, ango Kurdistana Iraqê tenê dikirin Kurdistan û
beşên din li cem wan tunene û ne Kurdistan in.
Tenê rojava û bakur û rojhilatê wê herêmê ne. Ango Kurdistanek tenê di nûçeyên wan de hebû, ew jî Herêma Kurdistanê bû (Kurdistana başûr e, ya jî Kurdistan Iraqê ye)
Jixwe ev pilan û kiryar ji berê de ya rejîma Sûriyê û Tirkiyê û Îran û Ermînistan û Ezerbeycanê bû, ku bi wan berê miletê Kurd li hemû beşên Kurdistanê û cîhanê tenê bidin Hewlêr û Silêmaniyê, û beşên din yên Kurdistanê tune bikin.
Heya sedsala bîst û yekê jî dagirkerên Kurdistanê (Ji bilî rejîma Îranê) nav û xak û ezman û herêm û navçeyên Kurdistanê di nav xwe de nedipejirandin.
Îroj jî wêneguhêza rûdawê û hinek dezgehên din yên kurdî jî bi hemd ya jî bê hemdî xwe ligor daxwazên wan rejîmên dagirker bernameyên xwe pêşkêş dikin û pirojeyên wan dewletan di tunekirina beşên din yên Kurdistanê de diparêzin.
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com
13.10.2020 z – 2720 k

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...