Di sedsala nozdeh û destpêka bîst û yeka de, dema ku miletê kurd pêdiviya wî bi karê rêzanî û bazirganî û danûstandinên herêmî û navdewletî hebû, heger em di wan qûnaxan de hejmara Kurdan li derve hemberî hejmara miletên din bipîvin, em dibînin, ku di wan sedsalan de hejmara wî li derveyî welat pir pir kêm bû, sedemên wê yekê jî pir bûn, yek jê ew bû, ku Kurd li derveyî welatê xwe di nav leşkerên şahinşahiya osmanî û sefewî de bûn, bi gelemperî ji berjewediyên wan desthilatdaran re kar dikirin, derketina wan ne ji bo wê bû, ku kar û xebatê ji pirsa kurd û kurdistanê re bikin, ji bilî şêx Mahmûdê Hefîd û malbata Bedirxan, û bi taybet Bedirxan û neviyê xwe Miqdad Bedirxan û.
Di destpêka salên bîsta, sihî, çilî û ta salên pêncî û şêstî ji sedsala bîsta, yek heban xwendevan û xebatkar derdiketin derveyî welat, ji wan Mîr Celadet Bedirxan Kamîranê Bedirxan, Tûreyayê Bedirxan, Memdûh Selîm, Haco axayê Hevêrkî bi hemû endamên komela Xweybûn re, Dr Ehmed nafis, Dr,Nûredînê Zaza, Qenatê Kurdo, Mam Celalê Talabanî, Dr Ebdilrehmanê Qasimlo, Ismetê Şerîfê wanlî, Cegerxwîn, Ebdelayê Ishaqî, Izedînê Mistefayê Resûl, Osmanê Sebrî, Hemîdê Derwêş…û xebatkarin din, yên ku li welatên Ewropa rojava û rojhilat, li Şamê, Beyrûtê, Misir, Eman, Bexdayê û Istanbolê sirgunkirîbûn û hinan ji wan dixwendin û çalakî û xebat ji bo pirsa kurd û kurdistanê dikirin,
Lê derketina herî balkêş û dîrokî û bi nav û deng di wan salan de, derketina seydayê Mistefayê Barzanî û pêşmergeyên wî, ya ber bi Soviyata berê re ve bû.
Piştî salên şêstî ji sedsala bîsta rejîma Tirk bi mebesta, ku herêmên kurdî di Kurdistana bakur de ji Kurdan vala bike, hejmareke pir mezin ji karkerên Kurdistana bakur şandin Elmaniyayê bo avakirina vî welatî, ya ku di şerê cîhanê yê diwem de wêran bibû, rejîma Tirk wê çaxê ew karkerên Kurd mîna koleyan firotin dewleta Elmaniya, lê van karkeran ti kar û xebat ji bo pirsa kurd û kurdistanê nekirine, ji bilî beşekî pir hindik ji nevyên wan, yên ku hinek karên baş û hêja di vî warî de kirine.
Di salên heftêyî ji sedsala bîsta û vir de ta roja îro, hejmarek pir mezin ji xwendevan û karker û xebatkaran derketin derveyî welat, sedemên derketina wan jî pir bûn.
Beşekî pir hindik ji wan di nav xebata netewî de kar dikirin, yên din pirên wan ti kar û xebat ji pirsa kurdî re nekirine, ji bilî ku zikên xwe mezin dikin, û bêrîkên xwe jî tije pere dikin, û di nav nexweşî û qeyran û kêşeyên civakî de xwe windakirine, ew kesana ligor pîvanên welatparêziyê, ji mirovên keysbaz û revok û tirsonekan tên hejmartin.
Di destpêka salên heyştêyî de ji sedsala bîsta, gelek rêxistînên kurdî û kurdistanî li Ewropa rojhilat û rojava, Emerîka, Keneda, Ewstiraliya, Libnan û Misirê xebat û karên netewî dikirin.
Dema em li xebata rêxistin, partî û komeleyên kurdî û kurdistanî li ser astê Ewropayê binerxînin, pêdiviye, ku em xebata wan ya erênî bi dadî bidin xuyanîkirin.
Şêweyê wê xebata erênî çi berhem daye?: Rev, sirgunkirin, hatin, hebûn û hejmara pir ya Kurda li Ewropayê, bala hemû dewletên cîhanê kişand ser pirsa miletê Kurd.
Di dema, ku her çar dewletên Kurdistan dagirkirine, bi alîkariya saloxger û çeteyên xwe li Ewropa û Emerîkayê dixwestin, nav û dengê miletê kurd ji nerîna giştî re li nav civaka van dewletan bi wêneyekî reş bidin naskirin, û bi taybet rejîma Tirkiyê û bi alîkariya hinek ji partiyên Elmanan, yên ku berjewendiya wan bi rejîma Tirkiyayê re hene, bi hemû şêweyan hewil dan, navê miletê Kurd têxin nav lîsta reş ya gefdar û tirsyaran de (terorîstan de), bi mehna, ku partiya karkerên kurdistanê şerê çekdarî li dijî rejîma Tirkyeyê dike.
Ew hewildanên wan dawî hatin cîbicîkirin, û di rêka parlemanê Elmaniya û yekitiya ewropayê de hate çesipandin, û ta dewletên yekbûyî yên Emerîka jî ev daxwaza rejîma Tirk pejirandin, ku PKK ê partiyeke gefdar û tirsiyar e (Terorîst e).
Bi mahna wê biryara şaş, hemû Kurd li seranserî Ewropa û Emerîkayê hatin tawanbarkirin.
Helbet mebesta rejîma Tirk ji xwe ew bû, ku nehêlin Kurd li ti welatan li cîhanê kar û xebatê ji bo maf û pirsa xwe ya netewî re bikin.
Bi sitandina wê biryarê re, xebata rêxistin û partiyên kurd li derveyî welat kete aloziyên pir zor de, û ji bo ku ew ji hevwelatî û desthilata dewletên Ewropayê û bi taybet ya Elmaniya re, tekez bikin, ku rêxistin û partî û miletê kurd ne terorist in, xebatkarên Kurd di rêka rêxistin û partî û komeleyên xwe de, dikarîbûn karekî pir hêja li dijî wê biryarê bikin, ji wan: Her du sê mehan bi rikgirtin û xwepêşandanên mezin li hember balyozxane, qunsilîxane, nivîsgeh, bargehên nevdewletî, parleman û avahiyên şalyarên hindur û derve, bargehên partî û komeleya, dezgehên rêzanî û şaredariya, dadgeh û serûkatiya dewletên Ewropayê bi bilindkirina ala kurdî û siloganan dihatin kirin.
Di her çalakiyê de nameyek li ser rewşa awarte, ya ku miletê kurd têde dijî û daxwaza mafên wî yên rewa, di wan nameyan de dihate nivîsandin û digihijte destê berpirsên wan dezgehan.
Herweha bi semînarên rêzanî û gelêrî û civakî, û bi lidarxistina bîranîn û helkeftin û şahiyên cejna Nûrojê, û hevdîtinên taybet di nav van rêxistin û berpirsên desthilatdariya dewletên Ewropayê de, bi wê xebata şev û roj, ya bê westan, dawî wan çalakiyan encamên pir bi sûd dane pirsa kurd li seranserî cîhanê.
Revenda kurd bi wî karê bi nirx û hêja, di rêka rêxistin û komeleyên xwe de, dikarîbûn ji milet û desthilatdarên Ewropayê re tekez bikin, ku ew miletekî aştîxwaz in, û propagandaya rejîmên Tirk, Eyran, Iraq, Sûriyeyê û hevalbendên wan, ya ku me bi gefdariyê (Terorê) tawanbar dike, ne rast e, em xwedî maf û pirs in, û em dev ji vê rêke jî bernadin, ta ku em jî wek hemû miletên li cîhanê azad bijîn û mafên xwe yê netewî bidest bixin.
Belê, revenda kurd ta astekî dikarîbûn bi erkên xwe yên netewî li sirgunê rabin, û berevaniyê di ber pirsa xwe ya rewa de bikin, ev kar tevî kar û xebatên li hindurê welat têne kirin, pir giring bûn, û ev jî hêviyekê dide vî miletê qehreman, yê ku wê ticarî ji doza xwe ya netewî û xaka welatê xwe neyê xwarê.