Ji hevçerxa mirovatiyê ve li vê cîhana me ya xweş çend bermayên balkêş ta niha ji me re man e, yek ji wan ol e, weku me li ser rûpelên pirtûkan xwendiye û ji devê bav û bapîr û mezinên xwe bihîstiye û guhdarî kiriye, mebest ji çêbûn û peydabûn û hebûna olan, tirs ji hêzeke ne diyar û ne naskirî, çaksazî, guhertin, tolsitandin, karvedan û baziraganî bû, û bi alîkariya hinek dewlemend û hinek ji qehremanên bê hiş, ew piroje dighiştin armancên xwe, û ew kesên rêbertiya van olan dikirin, mirovên jîr û zana bûn, û hinek ji wan li nav civakan bûne pêxember (Peyamber), ango yên ku gotin û pend û nameyên Xwedayê ku ta niha kesî ji ademîzadan ew nedîtiye di bendan de vediguhezînin û li nav mirovan bi nivîskî û devkî belav dikin.
Herweha dîroka olan şanî me daye, ku kevintirîn ol û maka hemû olan ola Metraiya ye, ya ku cîh û warê wê li ser xaka Kurdistanê ye, vê olê bandora xwe di nav hemû olên miletan de hiştiye, û wekû naskiriye hemû ol ne pevre di demsalekê yan sedsalekê de hatine, ji ber wê jî hemûyan sûde û kar ji yên berî xwe girtine, û her olek navedeke xwe ya bingehîn li cîh û warekî taybet heye, ew navend bûye cîhê sereke yê herî pîroz ku li ser xaka wê mirov xwe nêzîkî Xwedê dike û bi peristina wî û pêxemberê wî dilê xwe bi wan û jiyanê xweş dike, û diyar e, ku hemû şax û beşên din wek perestgeh, çiyayên bilind, kenişt, dîwar, dêr, mizgeft, gunbeda û gorên pîroz duwem cîh in di nav olan de.
Peyrewên hemû olan bi helkeftina rojin taybet mîna cejnan û serdanan, her salê carekê yan du car û sê caran diçin wan cîhên li cem wan pîroz e, tenê di van rojan de ew bawermend in, wekî din kes nizane bê çi karî dikin, ew serdan ji aliyekî ve ji bo ew li nav civakê û malbat û hevalan xwe paye bikin, û ji aliyê din ve jî ji bo ku poşmaniya xwe bidin xuyanîkirin û Xwedayê ku xwedêgiravî ew dibêjin em pê bawer in li gunehê wan bibûre, û hinek hêviyan bide wan ku ew hêzên xwe li dijî nakokiyên di jiyana wan de hene xurtir bikin, ji lewra em dibînin ku seydayê mezin Ehmedê Xanî jî di Mem û Zîna xwe de ku di rêka nivîsandina wê destanê de agirê netewî di nav miletê Kurd de pêxistibû, ev hêvî ji Xwedayê xwe kiriye û weha jêre dibêje:
„ Herçî ku kafirin, herçî ku gunehkar in,
ew hemî pêkve ji te hêvîdar in.“
Ew peyrew ji herdû regezan û ji gelek nifşên têvel yên civakê ne, mîna mirovên zana, rewşenbîr, berpirs, nexwendî, nehînkirî, bawermend, nîvbawermend, dewlemend, geştiyar, revok, beradayî, bêkêr, evdal, belengaz, malgenî, bêhêvî, bêol, oldar, pûtperest, mirdal, şahinşah, şah, serûk, serleşker, beg, axe, mîr, pîr, şêx, mele, sofî, reben, suxte, nemerd, lavebêj, dexsok, keysbaz, xapok, xwîndar, pilanbaz, dekekar, suxtekar, serserî, kabçî, bazirgan, efyonkêş, xwefiroş, meyxwer, meyperest, diz, qaçaxçî, eware, şivan, gavan, gunehkar, sûcdar, tewanbar, mirdar, bêbext, cadûger, qeşmer, teşqelçî, tolaz, qewad, tirsonek, wêrek, mêrxas, canbêzar, camêr, merd, saloxger, rastbêj, derewîn, kor, bawî, qop, diltenik, dilxurt, dilsipî, dilqenc, dilsoz, dilzar û yên evîndar.
Ev hemû li cîhên li cem wan pîroz e li hev dicivin û wê çaxê Xwedayê wan û rêveberin wî cîhî tenê zanin bê çi karên xerab di nav wan komên hecaciyan de çêdibe.
Her yek ji van bo mebestekê hatine vê evradariyê, xwedêgiravî ew dizanin ku Xwedayê wan li jora ezman e, ji lewra bi destê bilindkirî û rûkê ber bi ezman vekirî, mirovên zana û jîr ji Xwedayê xwe lava dikin, ku xaka welat û êl malbata wan ji bin sitemkarî û bindestiya dijmin rizgar bibin, yê nehînkirî û dexsok nifiran li heval û hevsî û merivên xwe dikin bo ku yeka wan nebe dudo, kesên belengaz lava dikin, ku bibin xwedî pere û dewlemend û bazirgan jî lava dikin, ku pereyên wan pirtir bibin, yên keysbaz û revok nifiran li serûkê dewletê û partî û perpirs û dezgeha xwe dikin, ku zû Xwedê giyanê wan bistîne daku ew posteyên wan ji xwe re bigrin, kesên dilqenc û canbêzar jî lava dikin bo Xwedê temenekî dirêj bide serûkê dewletê û partî û dezgeha wan, kesên rewşenbîr lava dikin, ku ziman û çand û toreya miletê wan di nav çanda cîhanê de bi hêztir bibe, kesên şivan û gavan lava dikin, ku her sal baran û berf pir bibarin û xwezayeke dewlemend bo çêra coleyên wan şîn bibe, kesên sûcdar û tewanbar lava dikin bo lêbûrinek ji wan re bêt, kesên kor û bawî û qop lava dikin, ku dermanek bo nexweşiyên wan peyda bibe, kesên efyonkêş û kabçî û diz û dekekar û qaçaxçî lava dikin, ku pilanên wan timî bê alozî herin serî, kesên xapok û xwîndar û saloxger lava dikin, ku kar û pilanên wan yên nehênî neyên xuyanîkirin, kesên şah û beg û axe û mîr lava ji Xwedayê xwe dikin, ku ti carî desthilata wan li ser serê miletên wan lawaz û qels nebe, û kesên pûtperest lava dikin, ku yek ol li cîhane nemînin, herweha kesên oldar lava dikin, ku hemû ol li cîhanê di nav ola wan de bêtin bişaftin û ola wan ya rast û dirust û paqij tenê bimîne û cîhê wan di bihiştê de li nav periyan bêtin misogerkirin, û evîndar jî lava dikin, ku Xwedê wan û dildarên wan bi hev şad bikin.
Piştî ev kesana vedigerin welatên xwe nav malbat û hevalên xwe, navekî wan yê nû çêdibe, ew jî Hecî yan jî Hacî ye, û ew hecî di çend rojên pêşî de xwe li pêşiya xelkê diyar dike, ku ew fêrî tiştekî nû bûye, û ji niha û pêde tirsa Xwedê ketiye dilê wî de û ew bûye mirovekî rast û Xwedênas û bawemend, lê ev lîstik bi wan re pir naçe serî, ji lewra ew zû vedigerin wek berê bi pîlan û jîrbûneke nû karên xwe yên berê dikin û careke din dikevin rêza bêol û nîvbawemendan de, û ew dibin sedemên nepêşketina civakên xwe, bi pîvaneke din mirovên bawermend û dilqenc û xwedî pirensîp timî rêka rast û çê digre, û paya hecitiyê li nik wî ne tiştek li wî kêm dike û ne jî pir dike, lê yên ne bawermend yan jî nîvbawermend û dilhov û bê pirensîp tu mala wî di nîvê perestgehan de jî deyne wê dev ji rêka xwe ya xwar bernede, ji ber wê jî ew karên xwe yên bê rê û bi ziyan di bin paya hecitiyê de vedişêre, ew paye û nîşan di nav civakê de jêre pir girîng e û tenê ew pirsa wî ye ji jiyanê de.
Vêca di vê dema me ya niha de, mirovên wek van heciyan bi hemû celebên xwe di nav desthilatên dewletan û hêzên rikber û partî û dezgeh û komele û sazumanan de jî pir hene, hinek ji wan bi sinciyên xwe ji heciyan jî xerabtir in, di rojên dijwar de ti kas wan nabîne, ew mîna hecaciyan tenê di salê carekê de yan dusê caran di rojên şahî û cejn û vexwendinên taybet de xuya dikin, wekî din li malên xwe kêf kirine, baweriya wan wek ya gelek heciyan bi wan nemaye, ew timî destên xwe di nav ava şêlû de dipelînin bo postekê yan jî destkeftinekê bidestxînin ku di rêka wê de berjewendiyên wan bête parastin, ew tucarî nabin alîgirê pêşketina civaka xwe, û ji ber ku ew dûrî xebat û karên mirovayetî û welatparêziyê ne, û di nav miltên xwe de ne xwediyên vê jîngeha rêzanî û civakî ne, çi cara ku ew dakivin karekî civakî yan rêzanî bikin, ew dibin sedem di têkdana wî karî de, bi rastî navê heciyên suxtekar pir li bejna wan têt.
Heger hinek ji xwendevanên vê nivîsa min guman bikin, ku ez mirovekî
bêol im, wê çaxê ew gumana wan pir şaş e, berî ez wek gelekan kirasê oldariyê li xwe bikim, ez mirovekî bawermend im, baweriya min bi hemû hêza li vê xwezayê têt, û bi taybet navê Xwedê li ber dilê min pir şîrîn e, pêşî ji ber kû ew gotineke kurdî ye, û ya din jî ji ber ku ji navê dê yan jî dayikê hatiye, ango ew eferînera jiyanê ye, ez bi xwe piştgir û hevalê mirovên xunas, dilqenc, dilrast, merd, dilsipî, dilsoz, mêrxas û xebatkara me, û ji bo dilê we ji min nemîne, bi destûra we, ez jî lava ji wê hêza ku şev dike roj dikim, ku çi kesên mîna heciyên bê pirensîp bi milet û heval û karên xwe re ne rast û ne merd be û ew endamê kîjan sazûmanê be jî bela bibe, di zûtirîn dem de karê wî li nav civakê bête xuyakirin û hetikandin, û ew tucarî delîvan li pêş xwe nebîne bo civakê û dezgehên wê wêran bike, û bi hêvîme kû pilan û bazirganî û dekûdolab û armancên wî bi ser nekevin, ji bo ew desthilat û rikberî û tevger û rêxistin pêşkevin, û rêka xebatê li pêş mirovên xebatkar û xwedîked û dilpak û merd bi gulan bête xemilandin, de keremkin em pevre bêjin: AMÎN…
Bawere-Omeri@hotmail.com
13.07.2013