Bawerê Omerî: Çend pêşniyar bo vejandina ramanên seydayê Cegerxwîn

Share Button

37Mirovek jiyan û xebata xwe hemû di ber pirs, çand, hebûn, berxwedan, guhertin, pêşveçûn, hişyarkirin, berevanî û avakirina dewleta Kurdistanê de terxan kiriye, herweha ji bo biratî û dostanî û mirovatiyê, bang li hemû miletên cîhanê kiriye ku dest bidin hev da ku ji nexweşiyên civakî û ji sitemkariya desthiletdaran rizgar bibin, ev mirovê dil mezin û nerîn dûr û kûr û zana, di jiyana xwe de rêkek pir dijwar û hestiyar ji xwe re helbijartibû, ji dijminê xwe re weha digot “ Ez Cegerxwîn im, ez dengê miletê Kurd im, hûn dibêjin, Kurd ne milet e, werin kerem bikin! Ev dîroka min e, hûn dibêjin, zimanê we yên Cengena ye, werin kerem bikin! Ev e zimanê me yê kurdî yê şîrîn û dewlemend e, hûn dibêjin, Kurd tucarî nebûne xwedî dewlet, werin kerem bikin! Bê me çend dewlet û dewlet damezirandine, hûn dibêjin, çanda we tuneye, werin kerem bikin! Çand û toreya me bixwînin, bê kî bê çand û tore ne, hûn dibêjin, ev xak ne ya we ye, werin kerem bikin! Ji gund û bajar û deşt û çiyayên me bipirsin, ew dê  ji we re bêjin bê cîh û ware me li ku ne, hûn dibêjin, hûn ne mirov in, werin kerem bikin! dîroka me û xwe bixwînin, bê kê we dikir dewlet û mirov“.

Ev Cegerxwînê ku tucarî serê xwe ji dijminê xwe re danedixist, û bi hêza pênûs û bend û helbest û nivîs û baweriyên xwe ji wan re digot, em miletê Kurd in, û welatê me Kurdistan e, herweha bê westan nerîn û helwestên xwe di rêka çand û wêjeya kurdî re digahnde nav miletê Kurd, û têde ji miletê xwe re dida xuyakirin, bê ew ê çawa li gor tembî û pendên hozanvanê mezin Ehmedê Xanî dewleta Kurdistanê bi hevalbendiya zehmetkêşan ji bin destê dêwê çar serî derxînin.

Vêca ji bo ku em tucaran seydayê xwe yê helbestvan û rêzanvanê ku ew hemû demê di nav gelê xwe de zindî ye ji bîr nekin, û em ji zanebûn û tembîyên wî sûdeyan bigrin, ez ji bo vejandina helbest û nerîn û raman û daxwazên vî hozanî û di bîranîna sîh salan de ji koça wî ya dawî van pêşniyar û daxwazan dikim.

Ez ji hemû nivîsvan û rewşenbîr û xemhilgirên wêjeya kurdî dixwazim ku her yek ji wan di vê bîranînê de sê helbestên seydayê Cegerxwîn di malperên internêtê de  binivîsin û wêneyên wî belav bikin.

Daxwazê ji hemû desteyên birêvebir yên rojname û kovar û belavokan dikim ku sê helbestên seyda di weşanên xwe de binivîsin û wêneyên wî belav bikin.

Dawazê ji hemû kesên ku di lihevgihandina civakî de

(Facebook, twitter…ûhd) beşdar in, li rûpelên xwe yên taybet sê helbestên seyda û binivîsin û wêneyên wî belav bikin.

Daxwazê ji hemû êzgeh û wêneguhêzên kurdî dikim ku

di bernameyên xwe de û bi dirêjiya rojê re sê helbestên seyda bixwînin û wêneyên wî ji guhdar û temaşevanên xwe re pêşkêş û şirove bikin.

Daxwazê ji hemû rêxistin û komele û partîyên kurdî dikim ku di çapemeniyên xwe de sê helbestên seyda biweşînin û wêneyên wî belav bikin.

Daxwazê ji hemû xwendevan û bav û dayikan dikim ku di vê bîranînê de li malê her roj sê helbestên seyda ji zarokên xwe re bixwînin.

Ev pêşniyar û daxwazên min tenê ji wan kesan re ye,yên ku ew welatparêz û miletperwerên Kurd in, lê ne ji wan older û partiyan re ye, yên ku bi dirêjiya şêst salî û ta niha bi dijminê miletê Kurd re şerê seydayê Cegerxwîn û ramanên wî dikin.

Bawere-Omeri

13.10.2014

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...