Dema pêkhatiyên miletê li Sûriyeyê li xwe vegerin û pevre qûnaxa BERÎ ŞOREŞA RÛMET Û AZDIYÊ li welatê xwe bi şêweyekî zanistî binirxînin, wê çaxê berê wan pêkhatiyan ber bi azadî û lihevhatin û çaksazî û hilbûn û dîmoqrasiyê ve diçe.
Pirên rêzanvan û rewşenbîr û çalakvanên ku rêz li bawerî û pirensîpên xwe digirtin, li bin desthilatdariya recîma Elba,is BERÎ DESTPÊKA ŞOREŞÊ û ta niha, di bin rewşin pir hestiyar de karên xwe dikirin, ew hemû gavan ji hêzên ewlekarî û saloxgeriya recîmê re neçîrek qelew bûn, yan ew li salûl û girtîngehan mêvan û kuştî bûn, yan jî di bin rûniştina neçarkirinê de bûn, yan jî cihên wan li sirgûnê bû, kêm caran recîmê çavên xwe ji karên wan xebatkaran digirtin, û di bin wan bend û mercên dijwar de xebatên xwe yên miletperwerî û welatparêzî bi mêranî dikirin, û ji ber ku ew xwedî bawerî û pirensîp bûn, piştî her girtinê û tawanbariyên recîmê li dijî wan, ew careke din diketin nav rêz û refên tekoşeran û bi xebatên xwe di pêşiya civaka miletê xwe de dibûn pêşeng, ev xebatkarên xwedî pirensîp û bawerî qîma xwe bi zêr û pere û qesir û postên bilind di desthilatê de ne tanîn, û bişaftina xwe di nav lîstik û alavên ewlekariya recîmê de ne dipejirandin, wan li gor pirensîpên xwe qîma xwe bi zindan û birçîbûn û belengazî û veşartinê û bi berdana ji kar tanîn, lê qîma wan nedihat ku serê xwe ji dijminê miletê xwe re deynin, û ji ber ku ew xwediyê pirsa miletê xwe ne û di nav civaka miletê xwe de bi dilêrî hatine naskirin, ew kes her demî di nav wê civakê de mirovên çê û nirxbilind û xwedî ked û welatparêz dimînin.
Vêca berûvajî wan xebatkarên bi rûmet û welatperwer, heger mirov li wan kesên bêpirensîp û nandoz ku bi hesanî dev ji mirovatî û rûmeta xwe berdidan û bi gotineke xweş yan jî carinan di bin çewisandinê de miletên xwe bi erzanî firotine, binêre, pêwîste em têkiliyên wan yên nehênî û bêpirensîp binirxînin.
Recîma Elba,is ya li Sûriyeyê bi devê tifingê û hêza xwe ya ewlekarî pirtir ji çil salî desthilatdarî dikir, wek hemû recîmên şovînist û diktator, bi şev û roj kar dikir bo ji wan kesên bêpirensîp re hevbend û mal û dezgeh û rêxistinên tirsiyar û gefdanê ava bikin, ji lewra wê her demê hewil dida ji nav ew kesên xwe dikirin rêzanvan û rewşenbîr û parêzer yên ku di bingeha xwe de ne xwediyê pirsa milet in beşek nandoz û çete û cirdevanan ji wan peyda bike, û ji ber ku di nav hemû beş û qatên civakan de mirovên xwefiroş peyda dibin, li nav miletê me jî zemîneke pir bisemt û fireh ji bo daxwaza wan hebû.
Min bi xwe gelek ji van çeteyan li Sûriyeyê û Libnanê û Ewropayê dîtine, ev beş timî xwe di nav civakê de didin pêşkêşkirin, ku ew in xwediyên pirsa milet û çalakî û şoreş û lephilanînan, û ti kar û xebat di nav civaka erebî û kurdî de bêyî wan nabe, ew dixwazin timî di serê govendê de bin, û li cem wan yên ku jiyana xwe tevde di nava rêzanî û xebatê û tekoşînê de derbas kirine, ew kertonî ne û nokerên recîmê ne, li vir ez dibînim ku tenê penda bav û bapîrên me li bejna wan têt çaxê ji kesên mîna van re weha gotine “Şeko navê li hevalê xweko“.
Mebesta van nemerdan ji vê propagandayê ew e, ku dixwazin bi derew û bêbextiyan berevaniyê li xwe û kesên bi nehênî piştgiriya wan dike, bikin, ji bo kar û têkiliyên xwe bi recîma saloxdar re li pişt perdeyên reş veşêrin.
Recîma Sûriyeyê ew çete dişandin nav Filestînî, Libnanî, Faris, Tirk, Ereb, Kurd, Ewropî û Emerîkiyan, û bi taybet nandoz û çeteyên noker ku kesin di posteyên pile bilind de û di rêka saloxgerên xwe re ew kirê kiribûn, ji zeytûnfiroşan bigirin ta bighêje nivîskar û rojnamevan û berpirsên hinek partiyan.
Hinek ji wan çete û cirdevanan bi xwe biryara nokeriya xwe ji recîmê re pêşkêş kirine, û hinek jî bê hemdî xwe ketine wê xefkê de, ji bo piçek pere û çend qîz û keç û jinên xweşik, yên ku beriya niha di kerxanên Şamê û Helebê de karên baqij û
bi rûmet dikirin,bi dest bixin.
Saloxger û ewlekariya recîmê bicarêkê ev çete şemitandine û xistine nav toreya xwe de, lê ev bêhiş û belengazên mejî nema karin xwe ji pencikên wan rizgar bikin, ew çiqas hewil bidin bo xwe ji bandora wan rizgar bikin, nikarin, û pêdiviye hemû tiştên ji wan bêtin xwestin bê pirs û şirove bi mûçe yan jî bê mûçe bikin.
Noker û nandoz û çete û cirdevanên carekê rûmeta xwe bi erzanî firotine, ew hemû gavê li bazara kirîn û firotinê mîna cawekî têtin firotin, carinan ji bo postayekî û hinek pereyên pirtir, ew dev ji toreyên xwe yên kevin berdidin û bê kû nihada wan piçekî biêşe, bi erzanî û hustûxwarî bi dijminê welat û miletê xwe re jî kar dikin, û ji ber ku ew ne mirovin dilsoz in, ew biçin kijan welatî û nav kîjan miletî, mîna kevokên di kêlîkekê de pêncî carî xwe biteqilînin, û gumgumokên di bîstikekê de çermê xwe diguherin, mamosteyên wan (Saloxgerî û ewlekariya dewletê) mîna robotan pirograman ji wan re datînin, û li gor seqa û mûçeyên nû dikarin hemî tiştên xerab bikin, û carinan jî pirên wan tevî karê komên çekdar yên nehênî dibin, û di gelek kiryarên gefdanê de li ser destêd wan mirovên navdar hatine kuştin, wek gelek ji xwendevanan dizanin ku ji sala 1970 ta1985 a di şerê navxweyî yê li Libnanê çend berpirsên partiyên Kurdî li Sûriyeyê yên ku nandoz û çeteyên recîmê bûn, bi seda xortê Kurdan difirotin rêxistinên Filestînî û Libnaniyan bo wî welatî wêran bikin, û ji bo hinek pere û alîkarî bi dest bixin, pirojeyên saloxgerî û ewlekariya recîma Sûriyeyê li wî welatî pêk tanîn, ji bizavekirina pêncî salî ve kar û armanca van suxteyan û mamosteyên wan ya pêşî û dawî li hundir û derveyî Sûriyeyê lawazkirina hêza rikbera erebî û kurdî bû, ji lewra wan di rêka nivîsandin û wêneguhêzên xwe de her kêlîk û demjimêr êrîş tanîn ser çand û huner û kesên navdar û rêzanvan û tevgerê, û bi vî karê xwe yê neçê berdestiyeke pir buha ji recîma Sûryeyê re kirine, ev nandoz û çete niha jî li Ewropa di rêka xwîndarên recîma Sûriyeyê de yên pile bilind û di hin dezgehên din de wek parêzer û rojnamevan û nivîskar û pêşkêşvanan kar dikin.
Ev beşê dudiyan bi van karên xwe yên nexuyayî di nav civaka me de bûne mîna marên kor û dûvpişkên reş, di her demê de amadene bi mirovan vedin û milet ji hev bixin û hêza tevgera wî lawaz bikin.
Bi kurmanciya gewr, ji pêcî salî ve yên ku bi karên xwe yên xerab diketin pêşiya rêka pêşketina rikbera erebî û kurdî de û niha dibin asteng di pêşiya serkeftina şoreşa rûmet û azadiyê de li Sûriyeyê, ev kes in, ê vê rastiyê dizane ji xwe zane û ê nizane jî baqê nîska ye.
Bawerê Omerî
30.05.2013
Bawere-Omeri@hotmail.com