Zimanê wî kurdî ye, lê nirxê wî zimanî nizane.
Zimanê wî kurdî ye, lê bi hişê xwe ne Kurd e.
Zimanê wî kurdî ye, lê bi dilê xwe ne Kurd e.
Zimanê wî kurdî ye, lê bi karê û kiryarên xwe ne Kurd e.
Zimanê wî kurdî ye, lê dijminatiya wî zimanî dike.
Zimanê wî kurdî ye, lê zarokên wî bi zimanê wî napeyivin.
Zimanê wî kurdî ye, lê ew û malbata xwe qerf û tinaziyên xwe bi wî zimanî dikin.
Zimanê wî kurdî ye, lê hîn tîpekê jî bi vî zimanî nizane binivîse û bixwîne.
Zimanê wî kurdî ye, lê ew fedî dike li pêş xelkê bi wî zimanî bipeyive.
Zimanê wî kurdî ye, lê tenê pirtûkên bi zimanên biyanî di pirtûkxaneya wî de hene.
Zimanê wî kurdî ye, lê hîn pirtûkek bi wî zimanî di mala wî de tuneye.
Zimanê wî kurdî ye, lê dev ji wî zimanî û dayika xwe herduyan jî berdaye.
Zimanê wî kurdî ye, lê xwe pê serbilind nabîne.
Zimanê wî kurdî ye, lê hîn jî nizane bê çawa wî zimanî biparêze.
Zimanê wî kurdî ye, lê wî zimanî bi nîv polikî difroşe.
Zimanê wî kurdî ye, lê hîn neketiye nav rêza zimanhez û kurdperweran de.
09.03.2007 z – 2707 k
موقع الديمقراطي Malpera Dîmoqratî
