Barzanî: Em piştgiriya yekdengiyê dikin li Rojavayê Kurdistanê

Share Button

33973image1Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di panêla Rojhilata Navîn a civîna aborî ya Davosê de li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivî û ragihand, Herêma Kurdistanê piştgiriya yekdengiya hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê dike.

Îro (24.01.2014) li bajarê Davosê yê Swîsrayê û di çarçoveya civîna aborî ya Davosê de, panêlek li ser Rojhilata Navîn hat lidarxistin.

Di panêlê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wezîrên derve yên Tirkiye, Îran, Ordun, nivîskarê amerîkî Rîçard Has û serokê kolêja navdewletî ya Parîsê Xesan Selame beşdar bûn. Panêl ji aliyê rojnamevana ereb Rîma Mektebî ve hat birêvebirin.

Barzanî di panêlê de li ser rewşa Sûriyê axivî û bûyerên wir wek “kirîza mirovahiyê” bi nav kir û wiha got: “Tişta ku li Sûriyê diqewime kirîza mirovî ye. Kurd jî beşek ji mexdûrên wê kirîzê, rewş bi temamî aloz bûye.”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, 200 hezar kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê ne.

Mesûd Barzanî li ser tahlokeya şerê Sûriyê li ser welatên derdorê jî axivî û diyar kir, komên çekdar ên radîkal yên ku li Sûriyê şer dikin rojavayê Iraqê jî xistine bin kontrola xwe û wiha got: “Sûriye bûye cihekî wisa ku gellek hêz destê xwe dixin nav û tev didin.”

Derheqê çawaniya çareserkirina kirîza Sûriyê de jî Barzanî, nêrîna xwe got û wiha anî ziman: “Ez alîgirê çareseriya siyasî me û çareseriya serbazî red dikim.”

Serok Barzanî piştevaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê bo hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî ragihand û wiha got: “Em piştgiriya her biryara ku bi yekdengiya hemû aliyan were dayîn, dikin.”

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 643 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (643) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : إن قوة ...