Serokê Herêma Kurdistana Iraqê(HKI) Mesut Barzanî derheqê kantonên ku Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) li bakurê Suriyê îlan kirine de got: “em li Suriyê koma ku ji hemû komên siyasî têde cî digirin ji xwe re muhatab dibînin. Li Rojava’yê tişta ku em bipejîrinin û erêbikin dengê gel yê hevpar e.”
Barzanî digel nûnêrên 12 partiyên kurd ên li Suriyê ku endamên Konseya Neteweya Kurd a Suriyê(KNKS) ne hat ba hev.
Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIê ya ser malpera xwe weşandî, di hevdîtinê de nûnêrên kurd derbarê rewşa dawî ya li bakurê Suriyeyê de agahî dayîne Barzanî. Rayedarên Partiyê diyarkirin ku sekna wan ji aliyê yekitiyê ye û gotin: “Em li Suriyeyê li aliyê yekitiya kurdan in,her çiqas PYD xwediyê seknek cuda be, li gor peymaniyê tevneger e jî emê parastina yekitiyê bidomînin.”
Barzanî li Suriyê yekitî destnîşan kir û got: “Li Suriyê em vê pêkanînê girîng dibînin ku hemû alî têde hatine ba hev. Li Rojava ne bi tenê biryara ku aliyekê girtiye, biryara ku partiyan bi hev re sitendiye û tev gel qebûl kiriye dê alîkariya me bibîne.”
Barzanî diyar kir ku kantonên ku qadroyên PYDê îlankirine nanasin û got: “em li Suriyê koma ku ji hemû komên siyasî têde cî digirin ji xwe re muhatab dibînin. Li Rojava’yê tişta ku em bipejîrinin û erêbikin dengê gel yê hevpar e.”