Bangewazîyek ji Heval Hemîd Derwîş sekertêrê P.D.P.K.S
ji bo li darxistina hevdîtinek şêwirdariyê
(Bangewaziyek ji bo li darxistina hevdîtinek şêwirdariyê )
Birayê rêzdar di partiyên Kurdî û Kurdistanî de
silav û rêz ji bo we tevan:
piştî derbasbûna zêdetir ji sê Salan li ser destpêka şoreşa Sûrî, ku durişmê Azadî û Demoqratî û rûmetê dabû ser şanê xwe.. ji destpêkê de Miletê Kurd derbasî nav rêzên şoreşê bû, û bawerbû ku serkeftina vê şoreşê wê vê Diktarorî û istbdadê bi ruxîne, ku bi dehan sal li ser destê Partiya Be’isa regezperest li dijî xelkê Sûrî hatiye bi karanîn,herwiha li dijî Miletê kurd jî.
Niha, û piştî van guherînên Siyasî û leşkerî, Sûriya weko Dewlet ketiye ber metirsiya ruxandinê de, û di rewşeke tirsnak re derbas dibe, nexasim piştî belavbûna hêzên çekdarên tûndrew bi hemî rengên xwe ve li seranserê welêt de, û destdirêjiya hin Dewletên nawçê û navdewletî di nav rewşa Sûriya de ta astê ku êdî ji destê xelkê Sûriyan derketiye, herwiha nawçên kurdî jî ketin bin êrîşên tûndrewan de, mîna (DAIŞ).
Di rewşeke weke vê rewşê de, ji me tevan (partiyên Kurdî û Kurdistanî), tê xwestin ku bi lez hevdîtinek şêwirdariyê li darbixin, ji bo şirovekirin û ronkirina rewşa Sûriya û bi taybet nawçên Kurdî ku têre derbas di be, û li ser metirsiyên ku li pêşiya kurd derdikevin em bi sekinin, û çareyekê peydabikin û bi hevre bi gihin helwisteke hevbeş, ku êdî hebûna Kurd di metirsiyê de, û bi yek helwistiya partiyên Kurdî û Kurdistanî, em hewil bidin ku vê karesetê ji ser Miletê kurd bidin alî û dûr bixin, ev kareseta ku hatiye pêşiya miletê me bi sedema parçebûnê û helwistên cuda cuda, û koçberiya xelkên me ji nawçên xwe bi rengekî tirsnak, û ev yek bawernakin em karibin çareser bikin bê li hevkirineke Kurdî giştî, dûr ji ezezîtiyê û bercewendiyên partîtî yên teng, û ev yek jî pêwistî bi tevkariya me tevan di vî warî de heye, ber î ku dem ji me derbas bibe.
Lewma ez bangî we tevan dikim, ji hestekî dil êş li ser bercewendiyên Miletê me, ku hûn bersiva vê banga me ya niştimanî bi arênî bidin, û hêviya me ewe ku ev bangewaziya me ji bo vê hevdîtina dîrokî û giring, alîkarî û guhdanê li cem we bi bîne, ji bo xizmeta Miletê we yê kurd li Sûriya.. û her bijîn.
Istenbol : 29.05.2014
Birayê we: Ebdul Hemîd Derwîş
Sekretêrî Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya