Herwekî dizanin ji ber “Şerê Xendekan” û êrîşa dewleta Tirk li ser Surê bi henceta vê şerê bê wate bûye sedema vê yekê, ku li taxa Surê a Amadê dikanan û ciyê karê yên dinê bêne girtin, karker karê xwe ji dest bidin û aborî têkbiçe.
Eva nêzîke 10 roj in, ku di hinek taxên Surê da qadexe li ser hatin û çuyinê nemaye û di van deveran da dikanan deriyên xwe vekirine û kargehên dinê jî dest bi karê xwe kirine.
Gelê Amedê tekoşer,
Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK bang li we dikin ku ji bona geşbûna aborî li Surê, hewcedariya xwe ji dikanên Surê bikire, daku dikanên Surê neyên daxistin û devera Surê bêtir vala nebe.
Em piştrast in ku gelê Amedê di vî warê da wê piştgiriya birayên xwe yên Surê bike.
Roj roja Piştgirî û Hevkariyê Ye!
23 – 3 – 2016