Astengiyên Pêşiya Zimanê Kurdî

Share Button

46931Rojnamegerê rojnameya Evrenselê Musa Ataç ligel nivîskar Firat Cewerî hevpeyvînek pêk anî. Di hevpeyvînê de behsa kovara Hawarê,wêjeya Kurdî,geşedanên derbarê zimanê Kurdî de, astengên pêşiya zimanê Kurdî û pirsgirêkên derdora wê yek û yek hatin axaftin. Vaye ji wê hevpeyvînê hin beş…

Dema ku behsa edebiyata Kurdî tê kirin, ewilî peyva sirgûnê tê eqlê mirov. Dema em edebiyata Kurdî dinêrin, wek edebiyata sirgûnê derdikeve berçavê me. Rojnameya Kurd a ewilî jî di sala 1898an de li Kahireyê derketiye. Di salên 1930yan de li Şamê rewşenbîrên Kurd kovara Hawarê derîxistine ku di dîroka edebiyata Kurdî de ciyek girîng digire. Roja derketina Hawarê ya ewilîn wekî 15 Gulan cejna Zimanê Kurdî tê pejirandin û ji sala 2006an heta niha bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Gelo Hawar di awayek çawa de derket, sûda wê ya ji bo çanda Kurd û zimanê Kurd çi bû?

Hawar, di dîroka wêjeya Kurdî de xwediyê cihek gelekî girîng e.  Ji aliyê kurê Emîn Elî Bedîrxan ku ji emîrên Kurd, rewşenbîr û arîstokratê Stenbolê ye, Celadet Elî Bedîrxan ve di sala 1932yan de li Şamê dest bi weşanê kir. Komar hatiye avakirin, ‘sed û pêncî’ kes hatine sirgûnkirin ku malbata Mîr celadet jî di nav van de ye, ji alfabeya erebî derbasî alfabeya latînî bûne tev klasîkên Kurd avêtine di nav gemara dîrokê de, Kurdî hatiye qedexekirin, tev serîhildanên Kurd ên dijî vê yekê têkbirine û tev hêvî vemirîne; di heyamek wiha de Hawar wekî hêviyekê derket holê. Celadet Bedîrxan tev rewşenbîrên Kurd ên mîna wî bi mecbûrî sîrgûn bûne, di bin banê Hawarê de komdike, ewilî rêbera rastnivîsê ya Kurd amade dike dûv re derbasî alfabeya latînî dibe, ji bo klasîkên Kurd ên li ber jibîrkirinê rû bi rû mayîne, ji bo ku bigihîne nifşên nû wekî pirekê xebitiye. Di kovarê de cî daye hemû şaxên wêjeya modern, ceribandiye. Îro navên rewşenbîrên Kurd ên ku em bi hirmetê bibîrtînin, ji gîhandina wan re xwedî roleke sereke ye. Bi kurtasî Kovara Hawar, ji bo gelê ku zimanê wî bi prangayan ve hatiye girêdan û bê dibistan maye; bûye dibistana wê, çavê wê, guhê wê û bûye kevirê xîma wêjeya modern a Kurd.

We tev jimarên Hawarê yên hatî weşandin peydekirin û di sala 1998an de wekî du cîldan weşand. Gelo ji bo xwedî lêderketina Kurdan, nivîskarên Kurd, şaredarî ango saziyên Kurd hûn çi difirikirin?
Mixabin ez difikirim ku xwedî lêderneketin. Hêj di sala 1987an de min ji bo bidestxistina tev jimarên kovara Hawarê hewl da. Ez çûme Şamê, Banyasê, Qamişloyê,ligel nivîskarên Hawarê yên dijîn hatim ba hev, çûme serdana hevsera Xwediyê Kovara Hawarê Rewşen Bedîrxanê û di dawiyê de min tev jimarên kovarê peyde kir. Me jimarên ku bi tîpên erebî hatine nivîsin tev wergerandin tîpên latînî û wekî du cîldan çap kir. Min hêvî dikir ku civata Kurd a ku gelekî polîtîze bûye, dê wê wekî berhemek bimbarek bibîne, çapa wê ya yekem demildest dê xilas bibe. Lê wusa nebû. Her du cîldên Hawarê ev e 16 sal e li Stockholmê di lokalekê de wekî dîl in.  Heta niha, ne komeleyekê, ne saziyekê, ne şaredariyekê, ne wezaretekê ne jî hikûmetekê ji me Hawar nexwestiye. Dîroka derketina Hawarê wekî cejnekê tê îlankirin lêbelê 5 pere qîmetê nadin Hawarê. Ev e min gelek xemgîn dike.

Di hevpeyvînekê de we got: “Li Amedê romanek Kurdî, hezar heb nayê firotin, ev diçe zora min”. Gelo hûn ji bo hilberîna nivîskarên Kurd û Weşana Kurd dikarin çi bibêjin?

Mixabin ev e rastiyek me ya gelekî bi êş e. Li bajarekê ku nifûsê wê ji milyon û nîvan zêdetir e û milyoneke insanên wê di bin slogana nasnameyê de kom dibin, berhemek Kurdî ya ku bi hezaran şert û mercên zor hatiye hilberandin hezar heb nayê firotin ev e min di nav xemginiyê de difetisîne. Ne rast e ku mirov vê yekê girêbide amatoriya weşanxaneyên Kurdî û bê kalîteya nivîskaran.  Em karin bi awayek hêsan bibînin ku di pirtûkên weşanxaneyên Kurd diderxînin de him ji aliyê xweşikiyê ve him ji aliyê naverokê ve xwediyê pêşveçûnek mezin in. Ligel nivîskarên me yên ku berhemên wan wergerandine zimanên biyanî û ji hêla rexnegîrên wan zimanan ve bi pesnan hatine bibîranîn, êdî nivîskarên me yên ku nivîskarî ji xwe re kirine meslek jî henin. Tabî çawa ku di hemû zimanan de heye, li ba me jî weşanxaneyên gelekî amator û nivîsakerên ji hêla edebî ve lewaz hene.

We carekê got: ‘ji wêjekarên Kurd re timî siyaset tê pirsîn’ wêjeya Kurd pîçekê jî girêdayî pêşveçûna pirsgirêka Kurd e, gelo ma serûwenek wusa nîne ku girêdayî bidestxistina mafên Kurdan e?

Ê tabî, pêşveçûna wêje û zimanê Kurdî girêdayî çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ne mimkûn e ku tev astengiyên pêşiya wêje û zimanê Kurdî ji holê rabin. Lêbelê ez difikirim ku wêjekarek Kurd, ne wekî nivîskarekê wekî siyasetmedarekî dîtin, xelet e. Ligel nivîskarek Kurd ne derheqê berhemên wî yên edebî de, bi tenê polîtîka bê axaftin, wekî vê armancê ye ku wî ji dinyaya edebî dûr dixin û têxin nav nakokiyên polîtîk. Mirov bibêje ev e hemû wextan hişberî tê kirin xelet e, lê bi giştî ev raman hakim e.

Di rêya netewbûyîna Kurdan de performansa ‘Kurdî xwendin, pêşvebirina Kurdî ango tevî zordarî û asîmolasyonê hînbûna Kurdî’ hûn çawa dinirxînin?

Xwesteka hînbûna Kurdî û berxwedana wê li nik şexsan bixwe ye. Bila şaredariyên Kurd û Serokên wan hêrs nebin, lêbelê mixabin di vê mijarê de gelekî pasîf in, giringiyê nadinê, zimanê wan yê fermî Tirkî ye.

Îro hê jî Kurd bi zimanê zikmakî perwerdeyê nabînin, zimanê Kurdî, çanda Kurd û nasnameya wê ji prangayan rizgar nebûye. Dema hûn daxuyanî û axaftinên rayedarên Dewletê mêzedikin wusa didin pêş ku tu dibêjî qey pêşiya Kurdî tu asteng tune. Gelo li gor we bi rastî rewş wusa ye?

Di salên dawîn de pîçekê nermbûn heye, hin gavên bizdok hatine avêtin ev e rast e. Lêbelê bi giştî tev astengên pêşiya wêje û zimanê Kurdî nehatine rakirin. Heta ku statûyek fermî nedin zimanê Kurdî eva dê wiha bidome. Statûya fermî ya ku ez pê dizanim ev e; li Tirkiyê perwerdeya bi zimanê Kurdî divê di çarçoveya zagonî de bê pejirandin û di demek kin de bikeve meriyetê. Dîsa ez wusa difikirim ku rêya demokratîkbûna Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd ji hebûna çanda Tirkiyê ya du zimanî re derbas dibe.

Li gor we pirsgirêka Kurdî ya herî mezin an jî ya ji dûr xwe nehiştî çî ye?

Ez dikarim bêjim ku Kurdî êdî di nav Kurdan de gihiştiye standartekê, lêbelê astengiya herî mezin a pêşiya wê, bidestnexistina statûya fermî ye.

Piraniya Kurdan bi zimanê xwe naaxivin, nanivîsin sedemên vê yekê çi ne?

Sedemên vê yekê, heta roja me her tim qedexebûna Kurdî û di zimanê perwerdeyê de nebûna wê ye. Lêbelê partî û saziyên Kurd jî girîngî nedane zimên û ya hêsan danîne ber xwe.

Jêderk: Rojnameya Evrenselê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...