artiya Pêşverû ji civaka navdewletî daxwaza parastina Efrînê dike

Share Button

Daxuyanî

Ev demeke herêma Efrînê di siya dagîrkeriya Tirkî û çeteyên wê de di rewşek kambax de dijî ku bajar di nav gendeliyê de hiştine , ji bilî kiryar û tawanên hovane yên ku di dermafê nişteciyên wê de dikin ji kuştin , talankirin , derwarkirina bi darê zorê û şewtandina ter û hişk.
Di vê navê de Desteya Tehrîr Elşam ên ku Ebo Mihemed Elcolanî serkirdayetiya wê dikê (Eniya El-Nuser a berê) bajarê Efrînê û navçe û gundewarên girêdayî wê talan dikin.
Di dîroka (13/10/2022an)de bajarê Efrînê talan kirin , ev tê wê wateyê ku ev herêma kurdî ber bi kavilkirin û wêraniyeke zêdetir ve diçe , û nişteciyên wê yên resen ber bi koçberiyeke zêdetir ve dibe.
Di rastiyê de ev pêşhatên meydanî ne ji valahiyê hatine , lê belê ew di çarçewa dariştin û rêkeftinên ku Tirkiyê dike ji bo xurtkirina cihê xwe û bidestxistina rûpelên zêdetir di çarçewa pêgihîn û peywendiyên wê yên berdewam bi Şamê re û bi çavdêriya Rûsiya , ew bi vê gavê dixwaze xwe ji rêxistinên leşkerî yên biçûk xilas bike , û van herêmên dagîrkirî yên ji aliyê xwe ve radestî rêxistina terorîst (Desteya Tehrîr El-Elşam) bike ji bo pêkanîna pilanên xwe bi vegerandina Milyonek penaberên Sûrî ji Tirikiyê û bicihkirina wan di herêma Efrînê de bi armanca berdewamkirina pilanên xwe di guhertina demoxrafiya herêmê de û valakirina wê ji nişteciyên wê yên kurd.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de tekez dikin li ser hevgirtin û piştgîriya xwe bi êş û azara gelê xwe re di wan herêmên dagîrkirî ji aliyê Tirkiyê de. Herwiha em ji civaka navdewletî dixwazin ku di zûtirîn dem de alîkariya nişteciyên wê yên sîvîl û bêparastan bike û jêravjenîkirina rêjîma Tirkî rawestîne û nehêle pilanên xwe yên nijadperest di armanckirina hebûna kurdan de pêkbîne di rêya komkirina rêxistinên cîhadîst û tunderew de bi ser gelê me de weke Desteya Tehrîr El-Elşam û ji bilî wan ên ku di lîsteya terorê de hatine binavkirin.

17 / 10 / 2022

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 646 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 646 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا ...