artiya Pêşverû berêz Ebdiletîf Reşîd pîroz dike

Share Button


Berêz Ebdiletîf Reşîd
(Serokê Komara Iraqa Federal)
Silaveke rastgoyane:
Bi boneya hilbijartina we wek serok Komara Iraq a federal di roja(13/10/2022)an de. Em bi navê nivîsgeha rêzanî ya partiya me “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” germtirîn pîrozbahî arasteyî we dikin û serkeftinê ji we re dixwazin di xizmeta gel û welatê we de, û em bawerin ku hûnê bi roleke karîger rabin di cîbicîkirina pirensîpê hevbeşiya niştimanî li ser bingeha pabendbûnê bi distûra welêt û cîbicîkirina bergeyên wê û bi taybetî (Berga 140) , û hûnê ji hemû îraqiyan re sîwaneke berfireh bin bi piştbestin bi şarezayıya we ya akedîmî ya zengîn , û ezmûna we ya kûr di rêvebirina dewletê de di dema karê we wek wezîr di hikûmetên îraqî yên berê de , û li ser bingeha peywendiyên we yên Kurdistanî û niştîmanî û navdewletî yên berfireh ku we di rêya karê xwe re di serkirdayetiya dijberiya niştimanî de wek nûnerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan, û her wiha wek şêwirmendê serokê nemir Mam Celal di seranserê salên dirêj de we bi dest xwe xistine.
Di dawiyê de em pîrozbahiyên xwe yên gerim ji we re û ji Xanima Iraqê ya yekem xwişka (Şehnaz Ibrahîm Ehmed) re dubare dikin , Herwiha em şanaziya xwe bi wan peywendiyên we yên bi partiya me û sekreterê wê yê nemir Ebdilhemîd Derwîş re derdibirînin.
Em bawerin ku hûnê wek demên berê berdewam bin di piştgîriya doza kurdî de li Sûriyê , û daxwaza çareseriyeke demoqrat û dadmend di çarçewa yekîtiya welêt de jêre bikin.

Qamişlo / 14 / 10 / 2022

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Dîmoqratî

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 646 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 646 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا ...