Amerîka: Divê muxalefeta Sûriyê ji terorîstan cuda bibe

Share Button

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert da xuyakirin ku wan daxwaz kiriye muxalefeta Sûriyê sozên xwe bi cî bîne û ji terorîstan xwe cuda bikin.
Nauert di civîna 4ê Gulanê ya rojnamevanî de, peymana Astanayê ya li ser hatiye lihevkirin nirxand û wiha axivî: “Muxalefet divê bi garantoriya Tirkiyeyê, li ser hêvî û berpirsiyariyên xwe, soza cudabûna ji wan grubên terorîstî yên mîna Tahrîr el-Şam ku Amerîka wan wekî terorîst dibîne cuda bike.”
Garantorên agirbesta Sûriyeyê Rûsya, Tirkiye û Îranê momerandûma avakirina herêmên ewle li Sûriyê îmze kiribûn.
Hin endamên heyeta muxalîfên Sûriyê momerandûm protesto kiribûn û mudaxele li merasîma îmzeyê kiribûn. Hinekan ji wan jî salon terk kiribûn.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

Hişmend Şêxo : Di bîranîna (69) saliya damezrandina “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” de

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê” Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman ...