Amerîka: Divê muxalefeta Sûriyê ji terorîstan cuda bibe

Share Button

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert da xuyakirin ku wan daxwaz kiriye muxalefeta Sûriyê sozên xwe bi cî bîne û ji terorîstan xwe cuda bikin.
Nauert di civîna 4ê Gulanê ya rojnamevanî de, peymana Astanayê ya li ser hatiye lihevkirin nirxand û wiha axivî: “Muxalefet divê bi garantoriya Tirkiyeyê, li ser hêvî û berpirsiyariyên xwe, soza cudabûna ji wan grubên terorîstî yên mîna Tahrîr el-Şam ku Amerîka wan wekî terorîst dibîne cuda bike.”
Garantorên agirbesta Sûriyeyê Rûsya, Tirkiye û Îranê momerandûma avakirina herêmên ewle li Sûriyê îmze kiribûn.
Hin endamên heyeta muxalîfên Sûriyê momerandûm protesto kiribûn û mudaxele li merasîma îmzeyê kiribûn. Hinekan ji wan jî salon terk kiribûn.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...