Weke xeyalekê ye ku mirov di berbangeke xweş a roja yekşemê de, cente li pişt, bi çiyayên Alpê yên Swîsreyê ve hilkêşe û ji nişkê ve Ala Kurdistanê li bilindahiya çiya bibîne Em li navenda kaşûn (skî) û betlanê ya gundê Les Mossesê ya bi ser Kantona Vaudê ve ne. Ev navend 70 km dûrî Lozanê ye. Em hewl didin hilkêşin ser lûtkeya Pic Chaussyê (2350m). Li ser rêya me ligel Lac Liosonê du golên din jî hene. Şaleya (li Swîsreyê mala dep a li çolê) Jean-Mari Grillon li kontara Pic Chaussyê hatiye avakirin. Ev der 2020 metre di bilindayê de ye. Li ser avahiya Jean-Mari Grillon ku bi ser deşt û geliyan re, Ala Kurdistanê li gel baya hênik liba dibe. Ev avahiya ku li Alpê ku heroj bi dehan çiyager serdan dike ne cihekê ji rêzê ye. Li vê derê çend çêlek, bizin û gamêşên ji Çiyayên Himalayê anîne têne xwedîkirin. Geşta Kurdistanê Jean-Mari Grillon ê 55 salî kesek gerok, piyanist, şivan û derwêş e. Her sal du caran bi rêya bejayî diçe Hindistanê û tê. Bi çend caran çûye Kurdistanê jî. Bajarên Kurdan en li ser guzergeha Hindistanê Duhok, Hewlêr, Wan û Rojhilata Kurdistanê dîtine. Jean-Mari Grillon dibêje: “Çend deran wesayîta min dihat sekînandin û leşkeran lêgerîn lê dikir. Gellek hov bûn. Jîpa min ji ber ku kevin bû gellekî lêkolînê li ser dikirin. Li hêzên asayişa Kurdistanê ên min di deriyê sînorî de û li ser rêyan naskirîn gellekî camêr bûn. Ji bo min ti caran asntengî dernexistin.” Jean-Mari Grillon diyar kir ku piştî van Kurd û Kurdistanê bala wî kişandiye û herwiha çand û jiyana Kurdan bandor li wî kiriye û wiha pê de çû: “Li ser vê rêye min gellek malbat, civan naskirin. Min bi çavên xwe dît ku Kurd li hemberî zehmetiyê jiyanê çawa têdikoşe. Min dît ku tevî hejariyê; hezkirin, rêzgirtin û hevkarî çawa mirovan dilşad dike. Lê li ba me civan bi serfkariya zêde, dejenerê dibin. Alîkarî bo ciwanan Jean-Mari Grillon, 4 mehên salê li bilindahiyên Pic Chaussyê, di kêlgeha xwe ya “Golên Biçûk” de derbas dike. Ew 5 sal e li vê derê mêhvandariya wan zarokan dike ku ji civakê û malbatên xwe veqetiyane, marjînal bûne û bi taybet jî ji aliyê dadgehê ve hatine darizandin. Grillon dibêje, “Di havînê de 6 heta 10 zarok li vir in. Li dewsa ku di girtîgehên zarokan de har û dîn bin, em wan di nava kar de perwerde dikin û hewldidin vegerînin nav civakê. Li gorî yasayên Swîsreyê kesên bin 18 salî de hê ne reşîd in û eger tawanek jî kirin di dadgehên zarokan de tên darizandin. Ev ciwan carinan ji bo demek diyar di karên xizmetgûzariya giştî de kar dikin. Carinan jî ji bo deynê xwe yê li hember civakê bidin, li gorî cezayên xwe di girtîgehan de tên girtin. Jean-Mari Grillon, wiha berdewam dike: “Min li hemû olên yekxwedayî lêkolîn kir. Bûdîzm jî lêkolîn kir. Gellek aliyên wan ên hevpar hene. Bi nêrîna min hemû jî ji hev bandor bûne. Bawer nakim ku dijwarî çareseriyê bîne. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku girtîgeh zarokan isleh û bi aqil nakin, berovajî tawanê qebûl dikin.” Grillon ligel saziyên fermî yên rayagiştî û dadgehên zarokan re lihev kiriye ku ciwanên bikevin girtîgehan werdigre û kar bi wan dide kirin. Niha 6 ciwan li kêlgeha wî ne û karê şivaniyê, gavaniyê, giya dirûnê, dohtina şîr û çêkirina penîr dikin. Derwêşê Alpan wiha dibêje: “Hinek ji wan zarokê malbatên hêjar in. Hinek ji wan xwedî çîrokên trajîk in. Hinek ji wan jî ji ber dewlemendiyê jehrî bûne. Li vir di vana ciwaniya xwezayê û şertên giran de fêrî jiyanê dibin. Em hewl didin wan ji nûve qezenc bikin.” Ala Kurdistanê liba dibe Karên kêlgeha Goên Bicûk ji aliyê komeleyekî vet ê birêve birin û çavdêrîkirin. Kêlgeh ser bi komeleya “Ali Baba and You”, (Elî Baba û Hûn) ye. Av û elektrîk her dem nîne. Gundê herî nêzîk bi meşê seet û nîv dûre. Ew ciwanên ku di jiyana xwe de bi hêsanî karîne hemû tiştekî peyda bikin, niha di van şertan de rehabîlîte dibin. Jean-Mari Grillion ligel tîmekê kar dike. Piraniya wan jî şêwirmendên xwebexş ên civakî ne. Hewl didin ciwanên ji civakê hatine vederkirin, careke din bikin xwedan hestê nasnameyek civakî. Carinan jî ji derveyî normên civakî rêbazên provakatîf bikar tîne. Li ser dîwarekê nivîsandiye “Allah-u Akbar” û li ser vê nivîsê jî alên gelek welatan bi şêrîtê ve hatine daliqandin. Ew dibêje, “Rast e. di hemû olan de xweda mezin e.” Kesên ku ji bo geştyariyê tên wê derê jî carinan bîranînan dihêlin. Hemû berhemên vê kêlgehê bi rêya komeleya “Ali Baba” ji bo perwerdeya zarokên hêjar ên Efrîqa û Asyayê re tên şandin. Çîroka Alê Jean-Mari Grillon derbarê çîroja Ala Kurditanê de jî wiha got: “Rojekê ciwanek Kurd hat vê derê. Heyamek kurt ma. Kesekî xebatkar û dilsoz bû. Me bi hev re dirêj dirêj behsa gelê Kurd û Kurdistanê kir. Wî jî Ala Kurdistanê weke diyarî da min. Min jî ev al weke ala fermî ya vê derê îlan kir û bi vê stûnê ve daliqand.” Derwêşê Alpê, rêwiyê rêyên dirêj û mirovhez Jean-Marî dibêje deriyê wî ji bo hemû kesan vekiriye û dibêje “tu ki bû û tu cçi bî dîsa were”. Li ser pirsa me got, ew bi siyastê re têkildar nabe û wiha got: “Ne hedî min e ez pêşniyaran bidim Kurdan. Ez weke Kurdan ji pirsgerêkên wan ne agahdar im. Lê ji bo azadiyê divê yekîtiya xwe bicî bikin.” Îhsan Kurt û Jean-Mari Grillon