Ji pêncî û pênc salan de partiya Beis ya Erebî a sosyalist dest daye ser desthilatdariya Sûrî ( wek welat û gel û binyada dewletê ). Di texmîna gelê Sûrî de bi tevayî ku welat kete destpêgeke nuh de da ku bibe himbêzeke germ ji welatiyên xwe re piştî qonax û nîveke ji bê hêmenî û teqlebûnin dûbare û beravêtina yeketî ya bi Misrê re… qonaxeke tîşkdar û pêhestbûna welatiyan ku bûne xwedî welatekî wê pê payedar bibin bi tevayî rûbarin xwe ve, û hikometeke rêzê li welatîyan bigre û welat û gel ve ji hilpesartina ji derva ve ya ku dihêle Sûrî di rewşeke ne hêmenî de bimîne û nirxê kêferata navçeyî bide rizgar bike…
Û ji pêncî û pênc salan de Partî ya Beisê Erebî a Sosyalist korsên niştîmanî û demuqrasî û azadîyê di mêjîyê me de diçîne, lê di rastîyê de ewî welat ji welatîyan qut kir û sistêma desthilat ji wateyên demuqrasî bi dûr xist û mirov ji azadîyê bê par kir. Di her qonax û mofirkeke demê de pendek bû, komelek dirişm û kutûkên niştîmanî ya li dunya yê der ve li gor Beis nate dîtin ji me re diafrandin. “ Îrada niştîmanî û xwequrbanî dan ji bo dozên netewa Erebî, û xwebexiş kirin ji bo doza Filestîn!, û berxwedan li rabirûyê pîlanên Impiryalî û Sihyonîzmê!!, û her weha jî, destnîşankirina ku Sûrî bi tenha dewleta rabirûyê Îsrailê ye piştî derçûna Misra Sadat û Urdina Paşa Husên û istîxarîya welatin kendavê… ev bi tevayî cîyekî taybet dabû Sûrî û desthilatdarîya wê da ku serkirdeyê netewa Erebî be û her weha yê dozên wê ya netewî û niştîmanî be li gor raghandina Beis???.
Doza azadî û demuqrasî û Sosyalistî û rizgarî ya mirovê Sûrî wekî nasname dihate nîşan dan di her gotin û belgeyeyekê de û di diyalogên Partî ya Beis ya Erebî a Sosyelist de, lê di rastî ya ser zemînê de bi vacayê van nişan danan bi tevayî bû, û bihaneya vê yekê jî li ba Partî ku welat di rewşke şerda ye bi Îsrayil re, lomajî cîbicî kirina van durişm û nêrînana rê li pêşîyê girtîye ji ber ku Îsrayil û pîlanin empiryalîst û sihayonîzmê berdewamin li dijî Sûrî û dibine asteng li pêşîya Karin geşepêdanin Li Sûrî di her warî cûr bi cûr de, lomajî, hewlin şer û yasa ya awarte ji yekemîn guhpêdanin Partîne di xizmeta azadî û dêmuqrasî de – li gor nîşnpêdana Partî û bihaneyên wê .
Hilbijartinin Encûmena gel û parêzgeh û gundewaran di demên xwe de pêk dihatin û tevlî ya serokayetî jî, lê ew li gor şêweya ku Beis bi rê ve dibir ( rêvebirina wê û şêweya lîsteyên kandîdan wusabû ku lîsteyek ferz dibû nedbû ku bête pê lîstin yan avêtin, ji ber ew lîst nûnertî ya ujdana netewê û doza wê ya çarenûs dike… Dîsa li gor nêrîna Beis).
Dibîstan û rêbaza pê fêrbûnkirinê li gor çanda Beis bi rê ve diçû ji roja desthilatdarîya wê ve û bi rêxistinkirina xwendekar û civatê re ( Pêşengin Beis, û ciwanin şoreşgêrin Beis û bi dehan rêxistinin gelêrî bi navê Beis ) ku dihatin tîmarkirin bi korsin rahênerî ( ramanî û idyolocî û bawermendî di riya idyolocî ya Beis re – rêbaza me di ramana netewî û sosyelistî de – û nêrîna netewî li rewşa Erebî de û pêşerojê li gor têgihştina Beis ).
Tew ji me nayê veşartin ku Beis di riya ramanin netewî û pêşkewtîxwazîyê re siyaseta avakirina civakeke idyolocîdar li ser bingeha (kerî) bi rê ve dibir, mêjî şiştî, bê bîranîn, bi hişekî dorpêçkirî û girtî li dûrî ramanin rikberîya Beis û raman û bawerî û siyaseta wê. Lomajî, çandek xistibû serê gelê Sûrî da ku mirovê Sûrî seqet ava bibê di mêjîyê xwe de û melevanî di deryayê pêpirkan de û di firehîya qeracekî sîyasî û çandî de bike, û her yekek tevgerekê li dervayî wê firehbûnê bike wê biçe ber lêpirsîn û dest biserdanê di rewşek û şêweyekê de ku Amîreyên Beis ya asayîşî welat gîhandî rastîyekê ku mirovê Sûrî idîna bawer dike ku ( Dîwar bi guhin ) lomajî, gotina ne li gor Beis çênabe yek bi xwe û xwe re bipeyivê, wusa jî, mirovê Sûrî hate pînkirin li ser çandeke seqet ti pêwendî xwe bi niştîmanî ve tinene ya ku Beis bi encam da li dirêjîya qonaxên borî ku nasnameya wê bû ( hûnerîya gendelî û nerastî ya cûr bi cûr, û hûnerî di şêweya xwe veşartina di pişt diruşman de… ).
Bi vî şêweyî civaka Sûrî hate avakirin di dirêjîya demê de, ku rikberîya rijêmêjî kopîyek be ji wê, bi xwe re hevîrê raman û sênç û binyada wê ya sîkolocî hilgirtî ye, mehale jê vebê eger ne ji kokê de be, eve ku ewjî di rewşeke nezanîya zanyarî de ye ji ber ewî bi xwe re bêndereke çandî ranekirî ye ji bilî ya ku Beis ew pê fêr kirî û jê re bûye çand û sênç. Di vê rewşê de bo me karpêdana avakirina mirovê Sûrî ji nuh de pêwîste, bi rêka felatkirina wî ji çanda Beis ya di mêjî de û pêdana raman û çandeke pêwistîdar ku pê karibe nûjenî bişopîne ewa ku rûdana xwe bûye ( azadîya mirov ji azadîya welat ).
Eceb em dikanin ji çanda Beis tazî bibin da ku em karibin yên mayînî ji xelkên Sûrî rizgar bikin û xwe hilpesêrin bi welatekî vala ji Beisîyan?