Ji roja mele derketne ser desthilatdarî li Tehranê de, Ayetulah El-Xumeynî Îraq kiribû armanc ku meydana pîlanin wî be bo veguhezandina ” şoreşê ” û ji wir de tovin dijberî ya şaxin olî balv bike, û ji wir û ji wî de mertala parastina xwe ava bike li beramberî her gef û guruntîyekî ji kur de bê bi guhertinin sazumana navdewletî re. wekî ku Xumeynî amadekarî dikir ku sîyasetin xwe li Îraqê bi rê ve bibe berî bi destxistina desthilatdarî li Tehranê di dema ku ew niştecî bû li Îraqê û ji wir çûbû Firensa di roja 6/10/1978 de sûd ji dirûma bergeyî ya siyaseta navdewletî girtibû, û pejrandina navdewletî ji serhildanin gelêrî li Îranê di rêya bê dengî re ya ku karibû sazumana Îranê biguhêre di riya ” şoreşeke sipî re ” bi derketina Şah (Mihemed Riza Behlewî) re ji Îranê li roja 16/1/1979 an û vegera Ayetulah Xumeynî bo Tehranê ji Firensa li roja 1/2/yê wê salê.
Bê vegera ser bûyerin rû dane bi şêwakî diramatîkî li herêmê û hewlin Xumeynî bo veguheztina şoreşê bi gutinin xwe yên ji agir ku livek xiste nava dewletin rojava nemaze Emerîka bo vêxistina agirê şerekî di navbera ( Îraqa Sedam Husên û Îrana Xumeynî ) de bi bihaneya nexşekirina sînor li kendava Erebî piştî parvekirina li gor lihevkirina Cezayîrê di roja 6/3/1975 de li navbera her du rêjîman beramber rawestandina şer li kurdistan û seknandina alîkarîya Îranê ji Kurd re! bo wê şere destpê kir ji Îlûna 1980 de ta tebaxa 1988 an.. ew derfeteke zêrîn bû ji rijêma li Tehranê re bo rêxistinin gelêrî yên layingerin xwe saz bikê û palpişt be ji wan re da ku destek be jê re karibe bi çarenûsa Îraqê bilîze piştî (Hizbulahê Lubnanî) damezrand li sala 1982 an û pişt dayê bi çek û dirav bo bi hêzkirina wê bi bihaneya şer li dijî Îsrayîl û rizgarkirina axa Lubnanê her weha bi alîkarîya rijêma li Şamê…
Di rastîyê de, rijêma Îranê ti derfet ji dest xwe bernedidan û dixistine bercwendîya destêwerdanin xwe di navçeyê de.. wekî ku erê kiribû ji destêwerdana Emerîka û layengirên wê ji Evxanistanê re di 6 iktobera 2001 de bi bihaneya êrişin 11 sibtemberê wusa jî erê kir li ser kiryara rizgarkirina Îraqê ji desthilatdarîya rijêma Beis bi hevpeymanîyeke navdewletî û bi seroketîya Emerîka li 20 azara 2003 an.. û ji nişkav de lê vegerîya bi sazkirina komelin çekdar li Îraqê li dijî hebûna Emerîka, lê di rastîyê de armanc bi hêzkirina layengerin xwe yên Şêî bû û destdana ser biryara hikumetê bû li Bexdadê bû, her weha alîkar bû ji rêxistinin El-qaîdê û Talîban re li Evxanistanê bi merema dirêjkirina demên şer û waberhên bigre ji bercewendîya sîyasetin xwe re li herêmê û berdewamîya qaçaxîya hişbiran ya ku dahatî yên wê pê komelin terorîst xwedî dike û xwedî derûnin zebûn dikire da ecîndeyin wê be li herêmê û cîhanê de di xizmeta ” Berdewamiya şoreşê de “.
Bi berdewaîya rijêma Îranê siyasetin xwe yên armanc û meremin xwe yên aşkere û veşartî herêm xistîye metirsî û veciniqiyake bi sam û sawîr, aramî bû xewnek û nakokî kete nava rêxistin û dewletan li herêmê da ku tabloya siyasî bû guvaşek bi rengekî ji rengan li ser rewşa aborî û civakî piştî ku fişar da ser tabloya siyasî li Îraqê di rê ya rêxistinin reng û reng re bi seroketîya (Qasim Silêmanî) yê ku dest dirêjîya wî di tevayî kirîzan de berdewame ji hilweşandina rijêma Beis de li Îraqê ta roja Îro û hewl dide kirîz berdewam bin bo waberhênana jê wergire.
Bi vê giringiya bilind di talûkeyê de li ser herêmê û bê vegera Îranê ji pêvejoya xwe li ser vê sîyasetê bi ti şêweyan, ji ber veger ji wan sîyasetan yanî dawîye ji Wulayet El-Feqîh û desthilatdarîya Melan re, her weha herêmin lê dest dirêj ku kirine enîyên pêşeng bo parastina Tehranê jî, ew nabin bibin cîyê sistîya istîratîcî, loma jî, kanibû kirîzan bi hev de girêde, ji Îraqê bo Sûrî dighê Lubnan û Filestînê, ber bi kendav de ji Yemenê de û piştgêrî ya bo komel û partî yên şaxolî (taifî) li kendavê û herêmin din li cîhana Îslamî..
Bawer dikim çareserî di sînordarkirina destêwerdana Îranê di çarenûsa Îraqê û çonetîya birêvabirina desthilatdarîya wê de ye bi alîkarîya civaka navdewletî û hîn Îraq heta vê hewşê jî di bin siya birêvabirina navdewletî bi serokatîya Emerîka de ye, tê zanîn ku ev yek ne bi hesanî tê cîbicî kirin wek çetinîya hilkişandina pêtagin penceşêrî ya belav bûyî di laşekî de piştî bi çendîn bask û yekenîyên çekdar hatine sazkirin bi navê El-Heşid El-Şeibî bi bihaneya şerê li dijî ” Daiş ” û îro roj hevparin di hikomet û perlemanê de bo pêşesazîya diwaroja Îraqê û biryadana serwerîya wê.. loma jî, bawer dikim wê Îraq bimîne pêgeha ku jê kirîz têne çêkirin ji dor û berên cîwar re û ji wê jî dibe çareserî dest pê bikin, û bi çetinîya wê re, ez vedgerim û dibînim ku çareserî ji tevayî kirîzin li herêmê di guhertina rijêma Li Tehranê de ye, ( Eger Îmam bikevê nimêj bi xwe îbtal dibe ).