Cerkî (Hizbulahê Îranê) bi seroketiya (Ayetulah Elxumeynî) desthilatdariya Îranê bi dest xwe ve anîye, û herêm ketiye çendîn kirîzan ji ber destdirêjiya Îranê di her çûndin û hatinekê de, hewl didê ku hêmenî û ewlehiya herêmê têk bidê, da ku rewşe jê re vebê ku bibê meteryalekî giring di her kirîzê de li herêmê ( ya ku di xweristiya ya xwe de dagirtîye ji kirîzan di saziya sazûmanan de li diwayî şerê cîhanî ya yekem de û cîbicîkirina peymana Saykis Pîko berî sed salî) loma jî, ew kirîz destêwerdana Îranê qolayî dikê nemaze di kêferata Ereb û Îsrayîlî de, ya ku Îran ji Heyştê ya sedsala borî de waberhînan dikê di riya bi rêxistkirina (Huzbulahê Lubnanê re)li sala 1982an û hevrêzkirina bi rijêma Sûrî re bo bi dûrxistina hemî hêzên Lubnanê ji berxwedana beramberî Îsrayîlê û Huzbulah bidin xuyakirin ku partîya bi tenahîye di berxwedanê de û her vekşandineke Îsrayîl ji Lubnanê bibê serketinek ji berxwedana Hizbulahê re da ku hêzên Hizbulah ferz bibê li ser xelkê Lubnanê ku ew “parêzdare ji Lubnanê re û perçakî bingehîne ji berxwedana beramberî Îsrayîlê”. Her weha rola ku lîstî di riya alîkariya bi Tevgera Hemasê û Cîhada Îslamê re li rûbirûya Tevgera Fetih re ewa ku di kêferatê de bû bi rijêma Sûrî re.. tevlî şerê heyşt salan bi Îraqê re û şêîyên Behrên û Siûdî û Yemenê xistine tevgerê ku tevlehevî çêbikê û sazkirina rêxistinên mezhebî yên tûndrew wek ecîndeyên Îranî di tevgerêkevin li gor bercewendiyên Îranê li nav wan dewletan û gefdarin mezhebî bin.. her weha lîste dirêje bi van şêweyan.
Encûmena Hevkarî ya dewletên kendava Erebî hewl dan ku nakokiyên xwe bi Îranê re çareser bikin di riya diyalogê re li dûrî tundrewî li rûbirûyê siyasetên Îranê li beramberî herêmê nemaze piştî kongira Medrîdê li 30 çiryayê pêşîn li sala 1991an di navbera Îsrayîl û Ereban de. Lê Îranê ji xwe re siyaseta nerm ya Erebî wekî derfetekê dît li hêlekê, û li hêleke din kar liser nakokiyên di nav Ereban de kir û xwe da xuyakirin ku navçîcîkî başe bo çareserkirina nakokiyên wan wekî endamekî serekeye ji komelgeha dewletên kendavê re piştî bi dûrxistina Îraqê û dorpêçkirina wê di encama êrişa li dijî Kiwêtê. Di rastîyê de, encama êrişa Îraqê li ser Kiwêtê wekî vekirina dergehekî xêrê bû ji destêwerdana Îranê re û tevgihîştina bi şîiyan re bi hesanî bîtir ta sala 2003an û roxandina rijêma Sedam Hisên, Îranê torbeyek ji pêwendîyên hevgirtî û bi girêk bi rêxistinên Îslama tûndrew re ji Evganistanê heta bi rojavaya Erebî bi dest xwe ve anî bû, tevlî avakirina (Hewzeyên şêî) li gelek dewletên Ereban bo rêvekirina destêwerdan û destdana li ser herêmê ji Îraqê de piştî vekşandina Hêza Emerîka û bi dawî ne anîna destdana ser Sûrî û Lubnanê, waberhênan avakirin ( hevbendiya berxwedan û qedexekarî di navbera Hizbulahê Lubnanê û Sûrî û Îranê û Tevgera Hemasê û Cîhadê Îslamî de )bo destêwerdana rasteqîne di kêferata Ereb û Îsrayîl de û kolana Erebî bi diruşmên xwe xapandin da wekî ku ew serkêşîya wê hevbendîyê dikê û rêxistinên Erebê yên din wekî jidesthilanînê ketine li beramberî îradeya Emerîkî û Îsrayîl, û her weha bûye perçeyek ji kirîzan nayê bi cûda kirin, ewên ku dizeyin bi destpêkirina (Bihara Erebî re) ji Tonisê û ta bi Sûrî jî dawî pê nayê.
Wekî ku Îran xwe nîşan didê ku (parêzdarê hevbendîya berxwedanêye) li hêlekê, û li hêlekê jî parêzdarê cîgehên şêî yên pîrozdarin û Hewzeyên li cîhana Îslamî li beramberî tûndrewa olî, loma mafê didê xwe ku xwedîdare li ser cîhana Îslama şêî li rûbirûya cîhana Sinî, ji bilî lîstika wê roleke ne erênî û waberhên anîna kirîz û nakokî û dozên netewî ku (çendîn gelekin) di vê herêmê de û li seranserî cîhana Îslamî, loma jî, ez bawer dikim ku kirîza li Sûrî ” ya ku Îran roleke sereke di rêvabirina wê de dilîze ” mehale ku ev kirîz çareser bibê bi hebûna Îranê û milîsên wê yên pir çêşît, ewa ku li rûbirûyê îrada xelkê Sûrî û şoreşa rûmet û azadî yê derdikevê, her wekî ku Îran daxwaza (Ayetulah Elxumeynî) cîbicî dikê di destdanîna ser herêmê de û girêdana wê bi Hewzeyên şêî de û êxistina bin desthilatdariya Wilayet Elfeqîh.. Bawer nakim Îran ji timên xwe vegerê û îro roj desthilatdariya wê li ser Îraq û Sûrî û ewê bi girêbestekê Lubnan zeft kirî di riya Hizbulah re, tevlî xwe dibîne ku xudîyê giringtirîn tengave wekî (tengava Hurmuz) û hewl didê ku dest deyne ser Dergeha Mendebê jî di rîya alîkarîya bi Hosîyan re li Yemenê, di bikaranîna wan tengavan wekî Îpekî di herêmê û li cîhanê da ku xwe ferz bikê wekî dewleteke mezin xwedî bercewendî û ew li ser riya çêkirina çekê otomî ye, her weha mafê didê xwe ku desthilatdariya xwe dirêj û fireh bikê di herêmê de di demekê de ku ji mafê Emerîka ye girêbestên peymanên ewlehî yê girêde bi çendan dewletan re bo cîbicî anîna bercewendî yên xwe û parastina ewlewî ya xwe ya netewî. Lomajî Îran ew girêka çetintire li ser riya çareserkirina kirîzan di herêmê de.
Boya, em bawer nakin ku Îran wê ji tiştên bi dest xwe ve anîne di herêmê de vegerê bi rûbirûhatina wê bi hewlên nerm re?