Wekî ku genmê li takî nabê bêder
Dengê bi tenhajî naghêje guhên ker.
Tovên xwe bidne hev bi hevre biçînin
Da arvanê xwe ji bêderê hilînin.
Buhar nabe ku baran xweş lê nebarê
Meywe di bilçim de hişk dibe li darê
Qey nizanin meywe di rengê azadî
Bê xebat û qelen dan pê nabne şadî
Pêncî sale min temen da li ser vê rê
Da ku kurd bo azadî bikevin sirê
Lê çibkim, mil nedan hev, nebûne yek rêz
Li hember dijminan hev nekirne himbêz
Yek û yek man li takî bê xweşya buhar
Bi yek ta ne bê bersivin û bê biryar.
Ev temen çû bû qurbana tak û tak
Hînjî mane bê yekrêzî û bê yek mak.
———— E.QASIM