Agahiyek ji civata komîta n\avendî ya PDPKS

Share Button

401-AL.Komîta navendî ya partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûrya civata xwe ya asayî darxist di 23 – 24 .01.2015 de ,

 di lîsta karê civatêde komek ji mijarên siyasî û rêxistinî hebûn .

Di warê siyasî de , guftûgo li ser rewşa siyasî li welat hat kirin piştî ku kirîza Sûrî bihtir ber bi aloziyê diçe û rê li pêşiya  asoyên çareserkirinê hatine girtin û piştî  bilavbûn û pirbûna tirorê li welat de

, komîta navendî tekez li ser wê kir ,

 ku di bin seha berdewamiya kirîzê û kiryarên leşkerî navbera rijime

û rikberiya çekdar de , û bi egera serhişkiya ricîmê û bijartina wê ji çara ewlekarî û leşkerî , weke çareyek tenha jibû çareserkirinê ,

 ew bû egerê pêşketina terorê di welate de

, lewma jî pêdiviye hemû hêz û çalakiyên civata Sûrî bi alîkariya civata navnetewî li himber rawestin .

Komîta navendî amje bi wê kir , ku çara siyasî tene heye  jibû kirîza Sûrî

, di vê mijarê de amje bi wê kir ku pêwîste  hemû karûbar bikevin di bin

yekkirina rêzên rikberiyê , û darxistina kongirek niştimanî  , hem rijîm û hem hêzên rikberiyê li ser bingehê beyannama Cinêfa yekem û diwem amadebibin ,

 daku çareyek ji tevaya kêşeyên welat re bibînin û di navde doza Kurdî  .

Lê ser asta Kurdî , komîta navendî tekezî li ser wê kir ku rewşa zehmet ya ku navçên Kurdî têde derbas dibe , bi egera tapûna tund li ser wan navçan û êrîşên hovane ên DAIŞ bi taybet li ser Kobana  giranbune û metirsiya li ser hebûna netewî ya kurd , tê xwestin ji kurdan bi yek helwest û yek rêz xwe bidin pêş  ,

 di vê der bare de , civatê daxwaza lezkirinê kir , jibû cî bi cîkirina Lêvegera Siyasî  ,û rakirina astengiyên ku dikevin li  pêşiya karêwe de .

Ji alîkî din ve komîta navendî amaje bi pêwîstiya rêkûpêkirina rewşa hundirî ya ENKs ê kir , bi riya darxistina kongirya siyemîn di dema xwe de , bi mîkanîzmên  nû .

Jibû xurtkirina rola siysî û cemawerî ya partiyê , civatê bi dirêjahî li ser insiyatîva çend heval û kadirên partiyê ji dervayî rêxistinê  rawestiyan , ên ku daxwaza yekkirina rêzên partiyê bi van biraderan re ( partiya wekhevî , partiya niştimanî dîmoqratî , tevgera çaksazî ) ,

 di vê derbarê de komîta navendî ev insiyatîv bi erînî nerxand û amedebûna xwe bi  temamî da nîşandan ,  daku hêvî û daxwazin hevalên partiyê û heval û cemawerên wê di yekîtiyê de bicî bibin  ,

her weha di vî warî de daxwaz ji hevalên ku ji dev rêzên partiya xwe berdane bi egerên rengereng , vegerin nav rêzên wê  .

Komîta navendî biryarek stand jibû lezkirina darxistina kongira çardemîn ya partiyê di zûtirîn dem de  ,

 her weha komîta navnedî rewşa rêxistinî û ragihandê û cemawerî ya partiyê guftûgo kirin û komek ji biryaran û şîret hatin birîn ên ku  karê partiyê pêşvebibe .

Qmişlo

24.01.2015

Komîta navendî ya PDPKS

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...