“Ez ji Serok Barzanî dixwazim ku hemû partî û kesayetiyên serbixwe yên Kurdistana Rojava vexwendî civînekê bike jibo destnîşan kirina şandek Kurdî bo danûstendinên Cinêv.”
BasNews- Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hac Derwîş daxwazek arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got: “Ez ji Serok Barzanî dixwazim ku hemû partî û kesayetiyên serbixwe yên Kurdistana Rojava vexwendî civînekê bike jibo destnîşan kirina şandek Kurdî bo danûstendinên Cinêv.”
Îro 28 Adarê di boltena seet 7 a kenala Rûdaw de, Hemîd Derwîş behsa rewşa Kurdistana Rojava kir û careke din rexne li ŞAnda Opozisyona Sûriyê kir û daxwaz kirk u nûnerên Kurd xwe ji wê şanda ku bi Serokatiya “Kesekî şofînî wek Esed Zuibî ye.” Vekşînin û helwêstekê diyar bikin.
Herwiha Derwîş bangewazî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û got: “Ez ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwazim ku civînekê jibo hemû paritên Kurdistana Rojava lidabixwe, bi mebesta damezirandina şandek taybet bi miletê Kurd di danûstendinê Civêv 3 de.”
Derwîş her wiha got: “Berpirsên Rûsya bi min re axifî ne û gotine; heger Kurd şandekê serbixwe ji 6 heta 8 kesan dabimezirînin, em dê piştevaniya wan bikin jibo bi şanda xwe ya serbixwe di danûstendina de amade bin.”
Sekreterê Pêşverû herwiha got: “Ez pêşbînî dikim ku Amerîka jî dê nebe rêgir heger Barzanî daxwazê ji wan bike ku Kurd bi şandek taybet bi xwe amade bibin.”
Di axaftina xwe derwîş got jî: “Eger heye ku kesên wek Zuibî bibin deselat û tiştê ku Mihemend Teleb Hilal dixwest û kir ew jî bike û dest bi birçîbûn û koçberiya me ji welatê me bike.”