2sibaté roja pakrewanên PDPKS

Share Button

22 

 Di rojeke wek îro de, berî 3 salan hevalê me yê fedakar Ela Qasim di şerekî mêrane de li Serê Kaniyê li dijî terorîstan jiyana xwe jidest da, û bû pakrewanê xak û rûmet û hebûna gelê xwe, heval Ela Qasim bi şehadeta xwe gelek wate dan jiyana xwe ya ku bi comerdî, bê hedarî, di nav refên Partiya xwe de ji kurdîtî û mirovahiyê re kar dikir, lê pakrewaniya wî bû berdewamiyek ber firehtir ji wê jiyanê re, dema hemî sînorên teng li paş xwe hiştin û di ber gelê xwe û xaka xwe de giyanê xwe feda kir û bû sîmbola berxwedan û yekrêziya gelê xwe.

Wek wefadarî û rêzgirtinê ji Şehadeta Ela Qasîm re , Partiya me Partiya Demoqrat a pêşverû ya kurd li Sûriyê, di kongireyê xwe yê 14emîn de, roja şehadeta wî ,2 sibatê, kir roja şehîdên partiyê.

Bi vê helkefta pîroz em bejna xwe li ber wan ü tevahiya şehîdên kurd û Kurdistanê û yên şoreşa azadiî yé  ditewînin, em  wan jibîr nakin, jiber ku  seré gelê me bilind hidan seranseriî cîhané ,û hêvî û omîda wî di azadî yé de nézîk kirin 

                                                              xweda wan bi buhişta xwe şad bike, seré  mileté me ü hevala ü malbaté pakrewana saxbe

dimoqrati.info

2 – 2 – 2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...