Newroz vanê hêja
Cejina newrozê li we gişkan pîroz bê , û tim win bimînin di xêr û xwaşiyê de.
Biran û xûşkên delal…..
Newroz cejneke pîroze , tê de evîn û Azadî dibin weke Mem û zînê , bi êş û aşîtî rûyên xwe didin ber ezmana , û bi hevre dibêjin xudêyo bese ji tere emin azadiyê bi rengan emin bihar û neştîman, emin her pelek di dîroka Aşîtiyê erê xudêyo ji lewre îro derîyên zîndana li ser min hate girtin , ji ber ku azadxan bûm min nikarî rûmet biguharta bi koletiyê .
Delalno ……
Zindan ne weke koletiyê ye , zindan serbilindiye aşîtiye , zindan weke jiyaneke noh te fêrdike û azadî jî li alîyeke din weke evînê li benda newrozê ye ji ber ku pazikên xwe veke li ser vê jîyana reş .
Dîsa newroza we pîroz bê û silavin gerim Ji mamosteyê mezin ” isme’il omer ” ra mamosteyê azadiya bi neştîmanîyeke mezin , silav û sed silav ji rihê wiyî azad re
Ez gelkî kêf xwaşim ji ber ku newroz li kobaniya delal ê ‘ mîvandar bê îsal , ji ber wê silavên gerim ji kobaniya delal re .
Û li dawiya dawî vê helbestê bi çûk ez diyarî çar percent dilê xwe dikim ” roşek ehmed ” ji ber ku ew bimînê newrozeke mezin di dil û rihê minde .
” çirûskên çava “
Çirûskên çavê minî
Bablîskên her du bejnî minî ,
Newrozeke bi çûk bû evîneke kûr
bû du buhsta dilê min de
jiyaneke pîroz avakir
erê erê jiyana min
tu tim xezalî , kejalî û evîndarî
weke gulîlkan mîvandarî
erê newroza minî
roşeka evînê yî
bi ser minda hunguv dibarî ,
erê hevala va dilî
hêdî hêdî , azadî bi rê bû
û li ezmana şamê nêzîk bû
hêdî hêdî evîna min
di rojên nêzîk de
ezê bibim mîvan darê te
ezê bibim çirûskên herdu çavên te ……
şiyar zîndana şame
موقع الديمقراطي Malpera Dîmoqratî
