Daxuyanî
Dost û hevalên xoşewîst :
Bi navê rêxistina jinan a P.D.P.K.S em xêrhatinê li we dikin û em cejina we û cejina tevahî jinên azadîxwaz em pîroz dikin û di vê rojê de em balê dikşînin li ser girîngiya jinê û rola wê di nav civakê de , ji ber ku em dibêjin jin nîvê civakê ye û bê jinê civak nikare bi rola xwe rabe û civak pûç dimîne, û wek hûn jî hemî zanin di her demê de jin hatiye bidûrxistin û sedemên wê dûrxistinê jî gelekin,û hin ji wan sideman evin :
Nezantiya civakî û nexweşyên civakên nezan û çandên kevnare ji aliyekî de û ji aliyekî din de jî ew siyasetên şovînî , çavsorî û zordariya rêjîma Ba’s a faşî li ser gelê me dimeşandin hiştin ku jin ji her tiştî bê maf bimînin û bi taybetî ji mafên rêzanî û rewşenbîrî.
Ji ber vê yekê dive piştgiriya jinê were kirin û rola wê were vejandin û divê xebateke bê hempa were kirin ji bo pêkanîna azadî û wekheviyê ji jinê re.
Di vê derbarê de wek ku mafên jinê hene divêtiyên wê jî hene , Gereke jin divêtiyên xwe zanibe ji kar û xebat û bervaniya di ber welêt de, û parastina zimanê kurdî ji ber ku ew dibistana yekem û serekeye ji zarokên xwe re, ji jinan tê xwestin fêrkirina zimên û çandina hastên netewî di zarokan de.
Xwişkên delal em wek rêxistina jinê di P.D.P.K.S dibînin rola jinê hîn negihaye asta ku tê xwestin û bi taybetî ji aliyê rêzanî û rewşenbîrî ve ji ber vê yekê em bang li cemawerê gelê xwe dikin û dibêjin piştgiriya rola jinan bikin da ku ew jî di hemî waran de li kêlek mêran di vê dema hestiyar de rawestin.
Beşdarên hêja careke din em xêrhatinê li we dikin û em cejina we û cejina tevahî jinên Kurdistan û Cîhanê pîroz dikin û em bi wê hêviyê ne di cejina bê de miletê me bigihê mafên xwe yên netewî di Sûriyak azad û demoqrat û federal de.
Tenê bi gotinekê emê xwatirê xwe ji hev bixwazin
Bijî Kurd û Kurdistan
Rêxistina jinan li Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê