بتاريخ 20-9-2023 شارك وفد من “الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا” مراسيم احياء الذكرى العشرين لتأسيس حزب الاتحاد الديمقراطي في حلب .
هذا وقد سلم وفد حزبنا برقية تهنئة إلى الاخوة في حزب الاتحاد الديمقراطي إليكم نصها :
PÎROZNAME
Hevalên hêja di serkirdayetiya Partiya Yekîtî ya Demoqrat de (PYD). Silav li we hemûyan
Bi helkefta bîranîna (20) saliya damezrandina partiya we Partiya Yekîtî ya Demoqrat “PYDê” em germtirîn silav û pîrozbahiyan arasteyî we dikin û serkeftinê ji xebata we re dixwazin.
Hevalên hêja : Ev Diwazde salin di ser qeyrana Sûrî re derbas dibe û mixabin heya bi vê kêliyê tu aso ji çareseriya vê qeyranê re xuya nakin lewre em bang li we dikin û dibêjin :
Ber bi xebateke zêdetir ji bo xurtkirina bereya kurdî di rêya avakirina biryara rêzanî ya kurdî li Sûriyê da ku gelê me bighê mafên xwe yên netewî di welatekî azad û demoqrat de.
Di dawiyê de careke din em bîranîna damezrandina partiya we ya bira pîroz dikin û serkeftinê ji xebata we re dixwazin.
Bijî xebata tevgera netewî ya kurdî
Serkeftin ji doza me ya dadmend re
Heleb / 20 / 9 / 2023 Z – 2635K
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê