بحضور الفعاليات السياسية والثقافية في كركى لكى , احتفلت منظمات منطقة كركى لكى للحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا بيوم اللغة الكرديةوذلك اليوم الاحد 15/5/2016 .
حيث تخلل الحفل عدة كلمات :
كلمة الحزب ألقاها ادريس جاجان عضواللجنة المركزية أشار فيها الى دور الحزب في تعليم ونشر اللغة الكردية كما تطرق إلى اخرالمستجدات في الساحة السياسية وأهمية وحدة الصف الكردي في ظل الظروف الصعبة وندد باتفاقية سايكس بيكو المشؤمة.
-كلمة هيئة اللغة الكردية للحزب عبد اللطيف رشيد
– كلمة الملتقى الثقافي في كركى لكى صبحي احمد .
– كلمة مؤسسة تعليم وحماية اللغة الكردية التابعة لحزب الوحدة الكردية
– كلمة مركز الدفاع عن الحريات حسن عبد الرحمن.
كما ألقى كل من محمد زكي كركري , سعيد ملا يوسف , محمد سيف الدين . محمود ملا يوسف . سوزدا مير علي قصائد شعرية بهذه المناسبة . وفي الختام قدم الرفيق لوند محمد عرضا بانوراميا مصورا تضمن اهم نشاطات وفعاليات هيئة اللغة الكردية لحزبنا في كركى لكى .
كلمة الحزب ألقاها الرفيق أدريس جاجان:
Bi navnê (PDPKS),em li we tevan pîroz dikin vê rojê(roja zimanê kurdi).
Em dizanin ku hebûn û mana gelê kurd li Sûriyê, girêdayî ye bi hebûn û mana zimanê xweva .Ev rastî diyar bûye û hatiye gotin,li ser zimanê gelek zanist û pêşengên kurd,wek Mîr Celadet Bedirxan û Dr.Nûredîn Zaza û Cegerxwîn û sinem bedirxan û osman sebri û ji xerî wan…..Ev kesên me bi navkirin,ne tenê ev rastî gotin,lê belê jê re xebateke mezin kirin,zimanê kurdî xistin warê bikaranînê, nivîsar û kovar û dîwan bi kurdî weşandin û çapkirin,di nav milet de belavkirin,xwe westandin û êşandin , û feqîrî dîtin, lê man li dû wê dozê û jê venegeriyan.
Di sala(1932)ê de weşan bi zimanê kurdî li Sûriyê bi fermî destpêkir,Mîr Celadet Bedirxan li Şamê, kovara(Hawar) capkir ,ev kovara giring ya ku roleke dîrokî leyist,çapkir û belavkir, jimareke mezin ji kurdên Sûriyê bi xwendina(Hawarê) hînî zimanê xwe bûn,jimarek nivîkar bixêra Hawarê û kovarên dî yên ku çêbûn, dest bikaranîna zimanê kurdî kirin.
Ev kar bû bingehek kûr û xwert di hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê me de ,û ew bû yê ku hişt qonaxa didwa ya ku mirov karê navê wê bike (qonaxa Cegexwîn gava ku kovara (Gulistan) di sala(1968)an de damezrand,derîkî fireh li ber pêşveçûna zimanê me vekir.
Îro ji mafê me ye ku em rola kovara Gulistan ya ku hevalê me yê nemir,hebestvanê mezin Cegerxwîn damezrandiya,diyar bikin bi serbilindayî,rola wê ya giring,di xurtkirina hestê netewî ,di nav gelê kurd de hebû,û gelek kar xiste di pêşxistina çanda kurdî ya resen de,bi taybetî fêrbûn û hînkirina zimanê kurdî,û hêja ye ku em bêjin,cara pêşî bû ku bi zimanê kurdî kovarek giştî hate weşandin,ji aliyê partiya pdpks ,û bi rengekî fireh derket,û belavbû .
Dema şoreşa rûmetê li Sûriyê destpêkir,şoreşa zimanê kurdî berdewamkir li Kurdistana suriyi , gelek alavên ragehandinê bi zimanê kurdî derketin
Gelek komît, sazî, û desteyên zimanê kurdî hatine damezrandin. rola partiya me gelek tê de hebû,u Desteya me yek ji wan desteyên li pêşîbû ku kar û xebat kir,di warê fêrkirina zimanê kurdî de.
Bi helkefta cejna zimanê kurdî em dixwazin bi kurtî li ser rewşa siyasî, di vê qunaxa kiring de û jibo doza miletê me hêjaya ku şandek kurdi serbixwe herê cinêvê û çi civatên din ; wek banga mamoste Abdul Hemîd Derwîş, sikirtêrê pdpks
ev yekîtiya Kurdan misogerkirina mavê me ya û bersiveke ji bo komplo an û peymana an didê , weke peymana Sykes-bîko ya bextreş, ku Kurdistan di nav çar beşan de dabeş kirine û îro em dibêjin, bi xatirê te ji bo derbasbûna sed salî li ser vê peymanê , û em wek partiya Demokrat a Pêşverû ya kurdî li Sûriyê şermezar dikin çi proje û peymanên din yên nîjadperest û şovenîzim li dijî gelê kurd, .
em carek din tekez dikin li ser yek rêziya tevgera kurdî û ew yek rêzî wê doza gelê me pêk bînê di hemû waran de , û wê vê dorpêçkirina li ser gelê me wê tinebike û aramiyê li herêmê me pêkbînê .
Bi vê helkeftina pîroz em ji nivîskar û xwedevanan dixwazin ku li banga mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwîn xwedî derkevin,ramanên wan hilgirin, bibin xebatkar û rewşenbîr bi rastî , xama xwe di xizmeta doza gelê xwe de bixebitînin, çi ji hêla welatparêzî miletperwerî,ramanî mirovayetî,çandî û zimanparêzî, li ser bingehek rast û durist.
Careke dî em bixêrhatina we dikin û spasiya guhdariya we dikin û serkeftin ji bo çi kesekî dixebite ji bo fêkirin û parastina zimanê xwe de, û em bi hêvîna ku em karibin zimanê xwe pêşde bibin,ji bo zimanê me bibe zimanekî cîhanî.
Îdrîs çaçan (andamê komîta navendî) .
كلمة هيئة اللغة الكردية للحزب ألقاها: عبد اللطيف رشيد
Dem we xweş be
Gelî xwîşk û birayên hêja hûn bi xêr hatin ,
Bi navê (D-Z-K) ya p.d.p.k.s . rêxistina Girkê Legê
em xêrhatina we dikin .çi sazî –deste-komît yên zimanê kurdî , rêxistinên jinan , ciwanan û dilsojên zimanê kurdî
û hemî mêvanên amede.
divê roja pîroz de . Îro 15-5-2016 an em 84 momikan vedimirînin li ser weşna tîpên kurdî yên latînî di kovara hawar de sala 1932 de li ser destê hêjayê nemir mîr Celadet Bedirxan .
dema peyva zimanê kurdî tê lêvkirin helbet hêja mîr Celadet bedirxan wê li ser ziman be .û ked û xebata malbata Bedirxaniyan gewre û berz em di nirxînin .
lê em ji bîrnakin gelek kes bûne stêrên geş li nav gelê kurd de mîna seydayê nemir helbestvanê mezin Cegerxwîn xwedyê kovara gulistan ya ku yekemîn li kurdistana sûriyê de hate weşandin bi tîpên latînî di sala1968 an de . Û hêjayê nemir Apo Osman Sebrî – û D.Nûreddîn Zaza Kamîran Bedirxan – Ehmedê Palo – Reşîdê Kurd –û Samîtan û….ji Bilî wan .
Bi hemû erkên xwe kirin ji bo pêşxistin – Fêrkirin û belavkirina zimanê kurdî li herçar parçên kurdistanê.
Amadeyên birêz,
xwendevan û evîndarên zimanê kurdî ,em serkeftin û berdewamiyê ji were di xwazin li ser pêşxistina zimanê dayikê , ev kar û xebat bi rastî karekî pîroze . gelê kurd niyazê her karekî wehaye , çi piçûk û çi mezin.
wek em hemû di zanin dagirkeran dîroka me sextekirne û çand û pêma me dizîne û ta niha berdewamin.
lê îro gelê me pêdare ,xetîra azadiyê ronahiya xwe daye cîhanê , ev mûm û ronahî bi xwîna rewanpakan vêketiye qet na vemire , îro dijmin ji zimanê kurdî di tirse , di zane ku zimanê kurdî azad be wê bandore xwe li zimanê wan bike . ji ber ku zimanê wan lawaze , lê zimanê kurdî çanda hezarên salaye .wek dîroknas dibêjin dîroka zimanê kurdî bihtirî 8000 salaye.
bi êş û azar û rondikên çavan û bi xamên zêrîn hatiye parastin ew regezname û nasneme ya gelê kurde .ji ber ziman gelên mirî zindî dike û di de nasîn .
Gelî xwîşk û birayên delal
dagirkeran Kurdistan parçe kirine û zimanê kurdî qedexe kirin ne ,wek tê nasîn mîrgeha botan paytexta kurdistanê ye di warê çand û hiner û wêje yê de .
Dibistana sor ya binav û deng ji wê helbestvan û zanyar derketin mina : Melayê Cizîrî – Feqê Teyran – Ehmedê Xanê …. Û ji bilî wan .
EWan hêjayan bandore xwe dan seranserî welêt , ew bûn sedema pêşxistina zimanê kurdî .
civata gelê kurd bi tevgera xwe û di şahiyan û govendan de , çand û zimanê xwe parastin , lewra îro em zeyalin bi zimanê xwe .
piştî ked û hewlên gelek û bi biryara komîta navendî ya
( P.D.P.K.S) , biryar hat standin bo damezirandina
( D.Z.K) di 20/6/2013 an . ta îro kar û xebat berdewame taybet di warê fêrkirina zimanê kurdî de.
di encama van karande , me karî rêbazekî ji bo fêrkirina zimanê kurdî ( Asta Yekemîn ) û di bin çavdêriya partiya me ya pêşverû,binavê(ZIMANÊ MIN ) û niha tê bikar anin
gelî mêvanên hêja û delal ,
di xulên zimanê kurdî de , yên dibin siya ( D.Z.K) da ya ( P.D.P.K.S ) , derçûna bihtirî 1300 şagirtan pêkhat ji Girkê Lekê – Rimêlan – çilaxa û gundên derdorên wan .
me wek (D.Z.K) qelsî nekir bi mêranî em derbas bûn di dibêstanên fermî yên Girkê Lekê û Rimêlan û gundên derdorên wan , hevbeşî bi ( S.Z.K ) re
bi vê helkeftê em di ragihînîn ku korsên me berdewamin bi dilekî coş em pêşwaziya her kesê ku bixwazê fêrî zimanê kurdî bibe di nivîsgeha / P.D.P.K.S/.li hola birahîm sebrî de ……..
. ji ber ku em dibînin pêwiste ku her kes îro hînî zimanê dayikê bibe û bi teybet dayik û bav.
Bi vê cejna pîroz em silav û rêzên gerim li canên wan sitêrên geş pîroz dikin û îro em bejna xwe ji wan re di tewînin û çi kesên şopa wan digrin .
———————————————————————————————-
Gotina : (D.Z.K) YA ( P.D.P.K.S )herêma Girkê Lekê 15/5/2016
Gotina: Ebdulletîf Reşîd endamê rêveberiya /D.Z.K/Girkê legê
اعلام منظمات منطقة كركي لكي